dibistana-p-sey-ya-xizmet-n-tenduristiy-ji-bo-xwendekar-n-xwe-y-n-n-civ-nek-oryantasyon-li-dar-x

Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê Zanîngeha me ji bo xwendekarên xwe yên nû civînek oryantasyonê li dar xist. Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî, Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê Doç. Dr. Ömer Nayciyî, gelek akademîsyen, karmendên rêvebirî û xwendekar beşdar bûn.Orientasyonê ya ko li Navenda Kongreyê ya 15 ê Temmuzê hatî lidarxistin , Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê Doç. Dr. Ömer Nayciyî destnîşan kir ko zanîngeh di jiyana mirovan de qonaxeke girîng e. “Pêşeroj berhevoka duh û îro ye. Îro berdêla duh e. Ji ber vê jî pêwîst e mirov bi tevahî wateya jiyana îroyîn bizane . Em bi zanebûn tevdigerin ko mamosteyê herî baş bi xwendekarên xwe re xwendekar e. Dema ko em hînî xwendekarên xwe yên hêja dikin, em ji we jî gelek tiştan fêr dibin. Em ji bo we li vê derê ne û em ê her tim bi we re bin.”Di civînê de ji Beşa Pirtûkxaneyê Şükrü Çelikî, ji Serokatîya Daîreya Karên Xwendekaran Serkan Işikgörî û Serokê Daîreya Tenduristî, Çand û Sporê Mehmet Emin Korkmazî, ji bo xwendekarên nû karibin hêsanî hînî jiyana zanîngehê bibin û danûstandinên xwe yên fermî bikin, pêşkêşî kirin.Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî got: “Têgînên “bajar” û “xwe” ji heman çavkîyên tê. Bajarê me, em bi xwe ne. Bajar wek laşê mirovan in. Mîna ko mejî û dilê me lebatên herî girîng ên laşê me ne û mîna fonksiyonên lebatên dî, li bajaran jî mîna laşê mirovan dixebite, ji parêzger û şaredarîyan bigire heta îstasyonên agirkujîyê, rê û kanalîzasyonan. Her sazî xwedî erkên pir girîng in. Belê, Şirnex bi gelek zehmet kêşa ye, lê mixabin her kesên li Şirnexê dijîn bi hev re bi ew zehmetî kêşan û ew zehmetî li pey xwe hiştin. Xwendekarên me yên ji bajarên dî, hûn hatin bajarekî dî, hûn hatin bajarekî ko avhewa, xweza, mirov, jiyana bajarekî cûda. Şirnex di destpêkê de wekî bajarekî dijwar dixuyî, me hemûyan ev hest dîtine. Lê her ko hûn dijîn, hûn dikarin bedewiyên Şirnexê zelaltir bibînin. Zehmetî û cudahî gelek tiştan fêrî me dike.”Piştî axaftinan civîna rênimayiyê bi dawî bû.

21.10.2022 |  Şırnak Üniversitesi