eleqeyeke-mezin-ji-bo-konsera-metin-senturk-ya-ko-li-zan-ngeha-me-hat-lidarxistin

Bernameya konserê ya ko ji aliyê Parêzgerîya Şirnexê ve ji bo Roja Astengdaran a Cîhanê hat lidarxistin, li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê ya Zanîngeha me hat lidarxistin. Di bernameya konserê de hunermendê navdar Metin Şentürk derket ser dikê.Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û hevjîna wî Yıldız Pehlivanê, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Orhan Alî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Serokê Komîsyona Edaletê Şevket Ünalî, Alîkarê Parêzgerî Murat Ekinciyî, rêveberên saziyan, zarokên astengdar û malbatên wan beşdar bûn.Di konserê de Hunermend Metin Şentürkî bi stranên xweş beşdar coşand.Li ser vexwendina Parêzger Pehlivanî, Şaredar Yarkayî û Rektorê me Erkanî Hunermend Metin Şentürkî derketin ser dikê û bi hev re stranên gelêrî gotin. Rektorê me Erkanî jî helbesta ko bi xwe nivîsandiye bi navê “Göz Yaşı” xwend.Konser bi pêşkêşkirina kulîlk û diyariyan bi dawî bû.

9.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi