li-zan-ngeha-me-konferansek-bi-nav-ji-ber-heta-ro-bektas-t-hat-lidarxistin

Ji aliyê Fakulteya Îlahiyatê û Sefîne Dîvan a zanîngeha me ve bi konferanseke binavê “Ji Berê Heta Îro Bektaşîtî” hat lidarxistin. Ji Zanîngeha Akdenîzê ya Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Ömer Faruk Teber û Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. konferansa ku Kadrî Önemliyî wek axaftvan beşdar bû konferansê bûn û hîndekar Dr. Yunus İbrahimoğluyî jî moderatorîya konferansê kirin.Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî, Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Hüseyin Güneşî, gelek xebatkarên akademîsyen û îdarî û xwendekar beşdarî konferansa ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15 ê Temmuzê hatî lidarxistin bûn.Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî axaftina destpêkê ya konferansê kir ko anî ziman ko Hecî Bektaşî Veli zanyareke Îslamê yê pir tê nîqaşkirin e û wiha got: “Pêvajoya dîrokî ya Cenabê Hecî Bektaşî Velî, serdema yekem a Îslambûna Anadoluyê ye. Heyama ko êrîşên Moxlacîyan zêde bûn. Di vê çarçoveyê de Heci Bektaşî Velî hem di Îslamkirina Anadoluyê de hem jî di têkoşîna li dijî êrîşên moxlacîyan de aktorekî girîng e. Ez spasiya mamosteyên xwe û hemû beşdarên ko ev çalakî li dar xistine û wek axaftvan beşdarî konferansê bûne, dikim, ko îmkana bîranîna alimekî wiha girîng ê Îslamê li vir heye.”Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Hüseyin Güneşî jî pişt re derket ser dikê, destnîşan kir ko ew wek fakulteyê di her serdemê de çalakiyên bi vî rengî yên zanistî li dar dixin û spasiya axaftvan û hemû beşdaran kir.Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Ömer Faruk Teberî anî ziman ko ew cara pêşîye tête Şirnexê. Teberî anî ziman ko hem ji aliyê binesazî û hem jî ji aliyê têkiliyan ve ji Zanîngeha Şirnexê hez kiriye û axaftina xwe wiha domand; “Bektaşîtî tevgereke tesewufî ye. Di termînolojiya rojavayî de di warê epîstemolojiyê de û di zimanê îslamî de teoriya jîrbûnê, ramana îslamî bi sê rastiyan tê lêkolînkirin; 1- Selefî, 2- Kelamiye û 3- Sûfîtî. Em Bektaşîtî di nava sûfîtîyê de tête lêkolînkirin. Wek Rektorê me jî anî ziman Bektaşîtî di Îslamkirina erdnîgariya Anatolyayê de keda herî mezin daye. Piştî çend nifşan Hecî Bektaşî Velî yê ko di sedsalên 12 û 13 an de jiyaye, destûrnameya xwe ji hînkirina Hoca Ehmedê Yesewî wergirtiye. Bektaşîtî di serdema Bayezîdê II.an de ji aliyê Balım Sultan ve belav bûye. Balım Sultan ramanên Bektaşîtî yê li ser bingehên Erkan û Adaba sîstematîze û sazîbûnê kir. Îro em dikarin bibin şahid ko Bektaşîtî hêj jî zindî ye, nemaze li Arnavutlukê, Bulgaristanê û Bosnayê.”Axaftina dawî ya konferansê ji aliyê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Kadri Önemliyî ve hat kirin. Doç. Dr. Kadri Önemliyî  di axaftina xwe de anî ziman ko hinek mafên misilmanan hene nayê tê destvedan. Önemliyî axaftina xwe wiha domand:“Misilman birayê Mislimanî ye, Misilman zilmê li Mislimanan nake, Misilman hewcedarî û derdên birayê xwe dibîne, qisûr û qebahetên wî dinixûme û li gotgotûkan nagere.Piştî axaftinan Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî ji bo beşdarbûna Belgeya Beşdarbûnê û weşanên zanîngeha me pêşkêşî Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Ömer Faruk Teberî û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Kadri Önemliyî kir û konferans bi wênegirtina komî bi dawî bû.

8.12.2022 |  Şırnak Üniversitesi