li-zan-ngeha-me-merasima-dewirkirina-rektor-y-hat-lidarxistin

Rektorê me yê nû Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî bi Biryarnameya Serokomariyê wek rektorê zanîngeha me hat tayînkirin û piştî pêvajoya dewirkirinê rektorê nû li salona senatoyê dest bi wezîfeya xwe kir.Rektorê me yê berê Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Arîkarên Rektorî Prof. Dr. Derya Yücelê û Prof. Dr. Mehmet Şimşekî û Sekreterê me yê Giştî Doç. Dr. İbrahim Bazî li ber derî pêşwazî li Rektorê me yê nû Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî kirin. Piştî pêşwazîkirinê bihevre derbasî meqamî bûn û li vê derê karen dewirkirina hatin kirin.Di merasîmê de Rektorê me yê berê Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî di gotina xwe de ji Rektorê me yê nû re serkeftin xwest û anî ziman ko ew di wê baweriyê de ye ko ji bo pêşketina zanîngeha me ew ê ala xebatê bi awayekî herî baş hilgirin.Rektorê me yê nû Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî ji diyar kir ko Zanîngeha Şirnexê hem ji aliyê kampus û hem jî ji aliyê binesaziyê ve zanîngeheke pêşketiyê e û wiha got; “Ez spasiya Serokomarê me Recep Tayyip Erdoğanî dikim ko ez layiqî vê peywirê dîtim. Serî de spasîya Rektorê damezrîner Prof. Ali Akmazî û Prof. Dr. Mehmet Nuri Nasî, Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî dikim. Ez ê vê wezîfeya ko ji min re layik hatiye dayîn bi rêkûpêk bi cih bînim. Ji bo xebatên pêşketina Zanîngeha Şirnexê ez spasiya mamosteyê xwe Mehmet Emin Erkanî dikim.

16.09.2022 |  Şırnak Üniversitesi