par-zger-sirnex-ali-hamza-pehlivan-rektor-me-profdrmehmet-emin-erkan-bi-xwendekar-n-li-kyky

Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkanî, Rêvebirê Parêzgeha Ciwan û Werzîşê Beytullah Birlikî, Rêvebirê Yurdê Rêzan Birlikî û hîndekaran bi xwendekarên ko li Yurda Cezerî ya Saziya Kredî û Yurdan (KYK) ya li kampusa zanîngeha me dimînin re hatin cem hev û bi wan re xwarin xwarin.Parêzgerê Şirnexê Pehlivanî hat Dewreya Cezerî ya Saziya Kredî û Yurdan (KYK) û êvarê çû serdana xwendekaran û wiha got, "Birayên me yên ji parêzgehên cuda hatine Şirnexê di bin banê Zanîngeha me ya Şirnexê de fakülte û dibistanên pîşeyî de perwerde û hîndekariyê dikin. Di vê çarçoveyê de, xwendekarên me hatin û qeyd bûne. Eleqeya ji bo zanîngeha me îsal zêde bûye. Em ji bo wê kêfxweş in. Daxwaza ji bo yurdên me jî zêde bûye. Ez dixwazim bi kêfxweşî bînim ziman ko cihê me yê razanê ya mêran heye ko em hemî xwendekarên me bicîh bikin e. Ji bo ko em wekî Parêzgehê hewcedariyên zêde yên razana keçên me bicîh bînin, me yurdekî ya Perwerdehiya Neteweyî ya li herêma dibistanan ji Midûriyeta Giştî ya Kredî û Yurdan re veqetand. Amadekariyên dawîn niha têne kirin. Dê di 1-2 rojan de biqede. Li bajarê me pirsgirêka xaniyê xwendekarên me tûne ye.”Rektorê me Prof. Dr. Erkanî îfade kir ku vê rewşê ew pir kêfxweş kir û wiha domand:“Zanîngeha me di her warî de pêş dikeve. Nîşaneya herî mezin a vê yekê ev e ku kota gelek beşên me îsal hatine dagirtin. Bi înîsiyatîfên Parêzgerê me Alî Hamza Pehlîvanî, xwendekarên me bê pirsgirêk hatin çareser kirin. Li ser navê xwendekarên me, ez spasiya Parêzgerê me yê hêja Alî Hamza Pehlîvanî dikim ko ji bo xwendekarên me yên jin re yurdekî ji 300 kesî re veqetandî ye.”Li Zanîngeha me ji bo xwendekarên mêr re 572 cihê razanê û ji xwendekarên qîz re jî 748 cihê razanê ên girêdayî Saziya Kredî û Yurdê hene, ko 4,448 xwendekar lê dixwînin. Wekî din, avahiyek ya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ji Saziya Kredî û Yurdê re ji bo xwendekarên jin ên ku cîgir mane, hate veqetandin. 300 xwendekarên jin dê karibin li yurdê bimînin, ko dê di nav hefteyekê de destpê kar bike.

30.09.2021 |  Şırnak Üniversitesi