par-zger-sirnex-pehlivan-saredar-sirnex-yarkay-serdana-fak-lteya-huner-n-bedew-kirin

Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî bi vexwendina Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî çûn serdana Fakulteya me ya Hunerên Bedew. Parêzger Ali Hamza Pehlivan û Şaredar Mehmet Yarkayî ko li qada me xebatên muralê yên ku bi boyaxa akrilîkê hatine çêkirin û nirxên çandî yên bajarê me tê de xuya dikin gerîyan, li mamoste û xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwestin.Paşê Parêzger Pehlivan li Fakulteya Hunerên Bedew serdana modeling, çapxane, hunera bingehîn, qalib, atolyeyên mezûniyetê, odeyên xwendinê û dersxaneyên Fakulteya Hunerên Bedew kir û ji Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan û mamosteyên Fakulteya Hunerên Bedew agahî standin û ji ber xebatên akademîsyen û xwendekaran ew pîroz kirin.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkan jî diyar kir ko kadroyên me yên akademîk roj bi roj xurtir dibin û bertekên vê yekê li bajarê me jî bandora xwe nîşan dide.Şaredar Mehmet Yarkayî diyar kir ko Zanîngeha Şirnexê ya ko roj bi roj hejmara xwendekaran zêde dibe, bi kadroyên xwe yên akademîk û potansiyela xwendekarên serkeftî qîmetê dide bajarê me, ji mamosteyên me û şarezayên me yên ciwan ên ko di sala 2018 ê de xebatên hêja çêkirine û ew jî ji bo wan serkeftin xwest.

29.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi