peyama-rektor-me-ji-bo-meha-remezan-

Em di bextewarî û aramiyê de ne ko îsal jî bigihin meheke din a Remezanê ko yekîtî, bihevrebûn, biratî û dostanîya bi germî tête hîskirin. Ev meha pîroz; meha ko tê de hezkirin, rêzgirtin û kêfxweşî xurt dibe, têkiliyên mirovan xurt dibin û hêvî zindî dibin. Bi minasebeta meha Remezanê divê em kîn û nefretê jibîr bikin, yekîtî û hevgirtina xwe zêdetir bikin. Hêvî dikim ko di vê meha rehmet û lêborînê ya ko tijî bedewî yê de Xweda hezkirinê di dilê me de, bereketê li ser sifreyên me, aramî û bextewariyê di malên me de zêde bike û me bigihîne rojên gelek xweş ko li tê de hestên dostanî, aşitî û biratî bi ser bikeve û rojî û duayên me qebûl bin. Bi van hest û ramanan, meha Remezanê ya bi xêr û bereket li miletê me û hemû alema Îslamê pîroz dikim.

1.04.2022 |  Şırnak Üniversitesi