rektor-me-besdar-merasima-teslimkirina-tapoy-n-xaniy-n-toki-y-b-

Li Şirnexê merasîma teslimkirina tapoyên ji aliyê TOKİ yên di sala 2016 an de dest pê kiribû û bi qasî 6 hezar xanî û kargeh hatine çêkirin, hat lidarxistin. Di merasima belavkirina tapoya malên li Taxa Yeni yê de Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî, Arîkara Şaredarê Şirnexê Ayten Akgülê, Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî, nûnerên sazî û rêxistinên gel û pîşeyî û gelek welatî beşdar bûn.Di merasîma li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Temmuzê ya Zanîngeha me hatî lidarxistin de, xweyên mafan tapoyên xwe wergirtin.Parêzger Osman Bilginî di merasîma pêşkêşkirina tapoyan de axivî û destnîşan kir ko dê di nava salekê de tapoyên xwediyên mafan bên çareserkirin, diyar kir ko ji 754 xanî û 24 cihên kar 377 kesên ko çêkirina wan hatiye qedandin dê tapoyên wan bên dayîn. Di merasîma îro hat lidarxistin de tapoyên xanîyên ji sala 2016 ve hatine destpêkirin û di sala 2020 an de temam bûne hatin dayin.

4.11.2022 |  Şırnak Üniversitesi