rektor-zan-ngeha-d-cley-profdrmehmet-karakoc-serdana-rektor-me-kir

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoçî serdana Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî kir. Rektorê me Alkışî di serdana Rektoriyê bûyî de der barê xebatên zanîngeha me de agahî da Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Mehmet Karakoçî û anî ziman ko dixwazin bi Zanîngeha Dîcleyê re projeyan pêk bînin. Li aliyê din Rektor Prof. Dr. Karakoçî, diyar kir ko ew bi Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî re li Zanîngeha Dîcleyê dixebitîn û ji ber vê weke Rektorê Zanîngeha Şirnexê hatiye tayînkirin jî ew gelekî kêfxweş e. Prof. Dr. Mehmet Karakoçî ji Rektorê me re serkeftin xwest û sênîka Zanîngeha Dîcleyê diyarî Rektorê me kir.

13.12.2022 |  Şırnak Üniversitesi