serok-memur-sen-ali-yalcin-serdana-zan-ngeha-me-kir

Serokê giştîyê konfederasyone sendîkayên memuran (Memur-Sen) û serokê giştîyê sendîkayên yekîtîya perwerdekaran civata xwe ve serdana Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî li meqamê wî kir.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî anî ziman ko ew bi serdana Serokê Giştî Yalçınî û civata wî gelek kêfxweş bûye. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî der barê pêşketinên zanîngeha me yên di warê perwerde û akademiyê de û plansaziyên pêşerojê de agahî da û destnîşan kir ko zanîngeha me di heman demê de saziyeke zanist û perwerdehiyê ye ko bi hemû saziyên giştî yên bajêr re li têkiliyê de ye.Serokê Memur-Sen'ê Ali Yalçınî jî diyar kir ko ew di wê baweriyê de ne ko Zanîngeha Şirnexê ne tenê di warê perwerde û jiyana de di heman deme de li alîyê çandî, di warê civakî-aborî de jî dê arîkariyên girîng didin bajarê me û herêma me.Di serdana ko li Rektoriyê hatî kirin de diyarî pêşkêşî hev hatin kirin. Di serdanê de li gel Serokê Giştî Ali Yalçınî, Serokê Memûr-Senê Şaxa Şirnexê Abdullah Çatıyî, Perwerdehiya Zanîngeha Şirnexê Eğitim Bir Senê Doç. Dr. Yaşar Acatî û Nûnerê Eğitim Bir Sena Cizîrê İrfan Elgünî beşdarî serdanê bûn.

24.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi