ar-kar-wez-r-candin-daristan-y-tunc-besdar-civ-na-p-sxistina-projeya-dest-n-pisporan-a-li-z

Arîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanîyê Mehmet Hadi Tunçî, Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, serokên odeyên çandiniyê, nûnerên saziyan û cotkar beşdarî civîna Projeya Destên Pispor a li Salona Ebul’izî  bûn. Arîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanîyê Tunçî diyar kir ko di serdema şewbayê de girîngiya erzaq, çandinî û axê zêde bûye. Çandinî di nav çend sektorên herî stratejîk de cihê xwe girtiye û wiha got: "Tirkiye li Ewropayê pêşenga di serî de ye. Li dinyayê 10 dewletên ko hilberîna wan a çandiniyê 337 milyar lîre ye. Çandinî Pîşesaziya me di navbera 2003-2020 an de ji 18 salan de 15 salan de pêş ketîye."Di vê çarçoveyê de bi esasê "Çandini ya bi hêz, Tirkiyeya bi hêz" Tunçî destnîşan kir ko di demên dawî de ji bo ko Tirkiye di sektora çandinî û daristanan de, li cîhanê û herêma xwe bibe xwedî gotin, projeyên girîng tên meşandin. Li Tirkiyeyê di navbera salên 2003-2020'an de çandinî kêm zêde salane sedê 2.3 pêşketîye û anî ziman ko “Di sala 2021'an de bi îxracata 25 milyar dolarî ya çandiniyê me 7,2 milyar dolar zêdebûneke bazirganiya derve bi dest xistî ye. Bi gotineke din em bejin ji bilî berhemên çandiniyê  em ji welatên din dikirin, em zêdetirîn difiroşin welatên din."Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî jî diyar kir ko bi salan e cotkar rastî êrîşên terorê tên û di van salên dawîn da bi teşwîqa dewletê li bajêr di warê çandiniyê da pêşketinên girîng çêbûn e. Pehlivanî diyar kir ko di nava 20 salên dawîn de li bajêr di warê çandiniyê de 870 proje hatine rêxistin ko bihayê wê 130 milyon lîre ye û wiha got:"Ji ber vê yekê helbet van piştgirî û veberhênanan bi awayekî erênî li qadê derketine."Di civînê de Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî diyar kir ko ew wek Zanîngeh di warê çandiniyê de piştgiriyê didin gelek projeyan û wiha got: “Me piştgirî da tesîsa hilberîna kivarkan ko ji aliyê karsazên me yên jin ve di nav zanîngeha me de hatiye avakirin. Dîsa, me piştgirî da Endezyarek Çandinî ya ciwanan ko li kampusa me zibilê kurmikan çêdike. Wekî din, em ê di demek nêz de li serayên ko li kampusa me de hatîn avakirin de dest bi hilberînê bikin. Di hefteyên borî de me 8 hezar şitlên lavantayan li kampusa me çandin ko li bajarê me bibe mînak. Weke zanîngeh deriyê me ji hemû cotkarên me re vekirî ye ko di her alî de tevkariyê li pêşketina bajarê xwe bikin.”Piştî axaftinan Midûrê Şaxa Pêşxistina Gund û Rêxistinê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê Hasan Doğanî der barê projeya "Di Pêşketina Gundan de Destên Pispor" agahî da beşdaran. Bername piştî girtina wêneyan a komî bi dawî bû.

12.02.2022 |  Şırnak Üniversitesi