ar-kar-wez-r-xez-ne-darayiy-gurcan-serdana-rektor-me-prof-dr-erkan-kirin

Arîkarê Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mahmut Gürcanî yê ji bo beşdarî bernameya "Civîna Civata Karsaziya ya Şirnexê" bibe hat Şirnexê û ligel Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî li meqamê rektorîyê civîya.Rektor Erkanî ji bo serdana Arîkarê Wezîr Gürcanî kêfxweşîya xwe anî ziman û derbarê xebatên ko li zanîngeha me tên kirin de agahî da û berhema "Danezanên Sempozyuma Çîyayê Cûdî û Tufana Nuha Navnetewî ya 2.yemîn” wek diyarî pêşkêş kir.Arîkarê Wezîr Gürcanî ji bo mêvandariya Rektorê me spasiya wî kir û di xebatên xwe de ji bo wî serkeftin xwest.Arîkarê Wezîr Gürcanî di "Civîna Civata Karsazîya Şirnexê" de bi karsazan re hat cem hev.Di Civîna Cihana Karsaziyê ya Şirnexê ya ko li Salona Konferansê ya Ebul-Îz El-Cezerî ya ko ji aliyê zanîngeha me ve hat lidarxistin de Arîkarê Wezîr Gürcanî bi nûnerên saziyên sivîl û karsazên bajêr re hevdîtin kir.Gurcan li vê derê axivî û diyar kir ko bajar ji ber cihê xwe yê erdnîgarî deriyekî Rojhilata Navîn e û li cihekî ye ko hemû kelûpel di Deriyê Tixûbê Xabûrê re dişînin Rojhilata Navîn. Gürcanî dîyar kir ko Şirnex di vê çarçoveyê de xwediyê aboriya xwe ya li ser îxracat, hilberîn û çandiniyê ye û anî ziman ko li gel ko ji ber terorê bi salan e mirov lê dudil in û lê dinêrin, bajar di demeke kurt de ev feraseta neyînî ji holê rakiriye.Bernameya ko Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, serokên odeyan û nûnerên karsazan axaftin kirin, piştî pirs û bersivan bi wênegirtina bîranînê bi dawî bû.

8.02.2022 |  Şırnak Üniversitesi