bernameya-perspekt-fa-ciwanan-di-100em-n-saliya-xwe-de-li-zan-ngeha-me-hat-lidarxistin

Bi hevbeşîya Konfederasyona Kulûbên Ciwanan a Tirkiyeyê (GENCKONFED) û Zanîngeha me ve bernameya "Di 100.emîn Salê de Perspektîfa Ciwanan” bi beşdarîya Serşêwirmenda Serokkomar Parêzer Ayşe Türkmenoğluyê hat lidarxistin.Bernameya ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15’ê Temmuzê ya zanîngeha me hatî lidarxistin; Serşêwirmenda Serokkomar Parêzer Ayşe Türkmenoğlu, Wekîlê Şirnexê yê Serdema 24.an Mehmet Emin Dindarî, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Serokê Konfederasyona Klûbên Ciwanên Tirkiyeyê Bilal Okudanî, Serokê Tora Lêkolîn û Pêşvebirina Ciwanan a Tirkiyeyê Mehmet Sercan Elementî, gelek akademîsyen û xwendekar beşdarî bernameyê bûn.Ji bo vekirina bernameyê Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan, anî ziman ko ew wek zanîngehê di her qadê de piştgiriyê didin ciwanan da ko xwe bi pêş bixin. Rektor Erkanî wiha got: “Em wek Zanîngeha Şirnexê ji bilî wezîfeya xwe ya perwerdehiyê bi gelek projeyên civakî, çandî û werzişî dixwazin ji ciwanên xwe re bibin arîkar. Em gelek çalakiyên ko me bi hevkariya Parêzgerîya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê û saziyên cemaweriyê yên bajarê xwe amade kirine, di navendê de bi cih kirina ciwanên xwe plan dikin."Seroka Şêwirmenda Serokkomariyê Ayşe Türkmenoğluyê ya ko bi silavkirina ciwanên li salonê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Li vir, li Şirnexê, Bajarê Hz.Nûh û hevdîtina bi xwendekarên me re min kelecanê ez girtî me. Em bi gelek saziyên xwe re dixebitin ko rê li ber ciwanên xwe vekin û projeyên wan bipejirînin. Yek ji armancên me yên herî girîng ew e ko em bi hev re nirxên xwe yên netewî û manewî bigihînin nifşên paşerojê, ji ber ko nirxên me yên neteweyî û manewî me dike ko em in. Em dixwazin bi pêşkêşkirina derfetên wekhev ji ciwanên xwe re ciwanek tije hezkirin û rêzgirtina ji her cure mafên mirovan re mezin bikin.”Bername bi axaftina Parlamenterê Şirnexê yê Serdema 24'an Mehmet Emin Dindarî, Serokê GENCKONFED'ê Bilal Okudanî û Serokê Tora Lêkolîn û Pêşketinê ya Ciwanan a Tirkiyeyê Mehmet Sercan Elementî bi dawî bû.

1.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi