civ-na-p-sn-maya-anadoluy-ya-yok-c-b-

Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî beşdarî, danasîna ‘Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖK ê’ ya Serokê YÖKê Prof.Dr.Yekta Saraçî jî tevilbûyî bû.Di meha Sibatê de Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê ya ji alîyê Serokkomar Recep Tayyip Erdoğanî ve hatî destpêkirinde 12 zanîngehên biqidem û 15 zanîngehên nû yên piştî 2006 an hatîn avakirin, lihevhatin. Serokê YÖKê Prof.Dr.Yekta Saraçî di ‘Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê’ de rektorê 15 zanîngehên nû re, Zanîngeha Şirnexê jî li nav de, li Enqereyê civîya.Di civînê de li gel Serokê YÖKê Saraçî rektorê zanîngehên Şirnexê, Agirî İbrahim Çeçenî, Ardahanê, Artvinê, Bayburtê, Çoruhê, Bartınê, Bingolê. Bitlis Erenê, Erzincanê, Hekkarî, Iğdırê, Kilis 7 Aralikê, Munzurê, Muş Alparslanê û Sêrtê tevlî civînê bûn.Di civînê de li alîyê xwendina bilinda wek gerdûnî de hevkarîya di navbera zanîngehan de hat rojevê û di çarçoveya vê pêşnûmayê de xebatên ji alîyê zanîngehan ve hatîn kirin jî hat nirxandin.Serokê YÖKê Saraçî yê li YÖKê bi rektorê 15 zanîngehên nû re hatî cem hev, anî ziman ko ev zanîngehên li hev hatîn dê ji hevre gelek bibin arîkar. Di civînê de Serokê YÖKê got ko wan civînek gelek bifeyde pêkanîn û ev dê bibe bingeha xebatên gelek baş jî.Hinek mînakên cîhanê û Ewropayê ji hatîne lêkolînkirin û ‘Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê’ ya di çarçoveya zanîngehên lihevhatîn de ev pêşnûma bi xebatên zanistî û civakî, biaqilane û biqîmet hatî çekirin jî ya sereke tête hesibandin. Bi saya vê pêşnûmayê xwendekarên van zanîgehan dê bikarin biçin li zanîngeha dî bixwîne û mamosteyên wan jî dê bikarin biçe li zanîngeha dî dersê jî bide.Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî civîna hatî kirin bi kurtasî nirxand û got di vê pêşnûmayê de Zanîngeha me bi Zanîngeha Srenbolê re lihev hat. Vê hefteya borî de jî Rektorê Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mahmut Ak civata xwe ve serdana zanîngeha me kirin û di vê serdanê de peymana hevkarîyê jî hatibû îmzekirin. Prof.Dr.Erkanî got ko dê zemanê pêş de akademîsyenên zanîngeha dê bikarin binesazên lêkolînê, labortuvar, pirtûkxane, danegehên Zanîngeha Stenbolê bikarbînin.

26.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi