di-navbera-zan-ngeha-me-mid-riyeta-her-ma-sanliurfay-ya-daristan-y-de-protokolek-hat-mzekirin

Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo darçandina li kampusên zanîngehan bi qasî hejmara xwendekarên zanîngehê dar çandin" a ko ji aliyê Midûriyeta Herêma Şanliurfayê ya Daristanan ve tê lidarxistin de bi zanîngeha me re protokolek hat îmzekirin. Protokol biîmzeya Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî û Midûrê Herêma Şanliurfayê yê Daristanan Mehmet Zeki Baycıyî ket meriyetê.Di merasima îmzeyê ya ko li Rektoriyê hat kirin de Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî, Midûrê Herêma Şanliurfayê yê Daristanan Mehmet Zeki Baycıyî û Midûrê Karên Daristanê yê Şirnexê Refîk Tunçî jî amade bûn.Protokola ko li tê de kampusên Cizîrê, Silopiya û Hezexê û kampusa Mehmet Emin Acarî a zanîngeha me heye û ji bo her xwendekarekî darek bête çandin. Rektorê me Prof. Dr. Alkışî  anî ziman ko “Ji bajarên ko em lê dijîn, bi kêvdaneke ya çandina daristanan a li herêma me û li welatê me, em weke Zanîngeha Şirnexê bi kêfxweşî tevlî seferberiyê dibin û bi vî rengî ya watedar dibin. Em ê bi Midûrê xwe yê Daristanên Herêma Şanliurfayê Birêz Mehmet Zekî Baycıyî re protokola 5 salan îmze bikin. Ez spasiya wî dikim.”

1.11.2022 |  Şırnak Üniversitesi