di-navbera-zan-ngeha-me-mid-riyeta-tenduristiy-ya-par-zgeh-de-protokolek-hat-mzekirin

Di navbera zanîngeha me û Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê de protokolek hat îmzekirin da xwendekarên Lîsansa Pêş ya Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê li saziyên tenduristiyê yên têkildar perwerdehiya qursên serîlêdanê bibînin. Protokol ji alîyê Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî û Midûrê Tenduristiyê yê Şirnexê Dr. Osman Özdemir ve hatiye îmzekirin û li gorî protokola ko xwendekarên me yên zanîngehê êdî wê li saziyên tenduristiyê yên têkildar perwerdeya pratîkî bidin meşandin.Di merasima îmzekirina protokolê ya ko li navenda civîna Senatoyê hat lidarxistin de Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Midûrê Tenduristiyê yê Şirnexê Dr. Osman Özdemirî, Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê Doç. Dr. Ömer Nayciyî, Arîkarê Midûr Ceylan Güzel Inalê û rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê beşdar bûn.

13.06.2022 |  Şırnak Üniversitesi