di-navbera-zan-ngeha-me-zan-ngeha-m-rd-n-artukluy-de-protokola-hevkar-ya-laboratuvara-navend-ya-

Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî serdana Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê Prof. Dr. İbrahim Özcoşarî kir. Di vê serdanê de di nava zanîngeha me û Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê de li ser xebatên lêkolîn û pêşvçûyînê, li alîyê analîzên di xebatên zanîstî û teknîkî têne karanîn de hevkarîya beranberî hev, xebatên hevpar bikin protokolek ya hevkarîya Labortuvara Navendîya Lêkolînê hat îmzekirin. Li herdu zanîngehan de hemû xebatên analîzê, lêkolîn û pêşvebirin, zanistî û teknîkî yên li labortuvarên lêkolînê yên navendî bêne kirin û di gelek alîyên dî de peymanek ji alîyê Rektorê Zanîgeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî û Rektorê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof.Dr.İbrahim Özcoşarî ve hatîye îmzekirin.Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkanî got ko hêvî me ev peyman ji herdu zanîngehan re xêr be û ji bo zanîngeha me jî kalîteya lêkolîn û pêşveçûyina, serketina teknîkî ya zanîngeha me zêdetir bike. Prof.Dr.Erkanî wiha domand: “Ji bo sê salan ev peyman hatîye îmzekirin û xebatên di navbera Zanîgeha me û Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê de, di xebatên alîyê zanistî û teknîkî de ji bo xîzmetên beranberî hev yên analîzan bistînin û hevkarîya li ser hinek prosedûr û bingehan de li hev kirin. Zanîngeha me û Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê de ko di laboratuvarên xwe de nekarin hinek test û analîzan bikin ji hev arîkarîyê bixwazin e. Dema ji hev arîkarî xwestin zanîgeha din dê karmend û laboratuvarên xwe ve dê arîkarîyê bidi ya dî û test û analîz yê bêne kirin. Herdu zanîgeh jî dê ji zanîngeha din hayîdar be û bi hemû binesazîya xwe hev re bixebitin. Serokên Daîreyan li vî alî de yên herdu zanîngehan li gorî rêznameyan kar û xebatan bîne cih. Em ji bo vê xebata hevpara herdu zanîngehên herêmê xêrê dixwazin.”

3.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi