di-navbera-zan-ngeha-me-zan-ngeha-stenbol-de-peymana-p-sn-maya-anadoluy-ya-yok-hat-mzekirin

Di çarçoveya Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖK ê de di navbera Zanîngeha me ya di nav zanîgehên nû hatîn avakirin û zanîgeha Stenbolê ya di nav zanîngehên biqidem de ji bo beş/programên rêvebiçin peymanek hat îmzekirin. Li Zanîngeha me di Odeya Senatoyê merasima hevkarîyê hat sazkirin û Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Rektorê Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mahmut Akî, Arîkarê Rektorî Prof.Dr.Haluk Alkanî, Dekanê Fakûlteya Îlahîyatê Prof.Dr.Ramazan Musluyî, Serokê Beşa Zanista Sereke ya Bîyoîstatîstîkê Prof.Dr.Eray Yuertsevenî û Sekreterê Giştî Metîn Küçükî digel Sekreterê Giştî Doç.Dr. İbrahim Baz û dekanên me tevlî merasimê bûn. Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî axaftina despêkê kir û got: ‘Peymana hevkarîyê ji bo her du zanîgeh û welatê me li ser xêrê be. Şerefe ko em li gel Zanîngeha Stenbolê di pêşnûmayekê de bin. Ez bawerim Zanîgeha Stenbolê dê gelek feyde bide Zanîngeha me. Ya bikeve bara me, em jî bajarê xwe ji aliyê çand, civak û zanistê ve pêşve bibin. Ji bo arîkarîya van pêşnûma û di mijarên din de, serî de gelek spasdarê Rêzdar Serokkomar û Rêzdar Serokê YÖKê û yê herkesê me. Bi saya Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê pêwendîyên di navbera Zanîngeha me û Zanîngeha Stenbolê pêşbikeve. Bipiştevanîya Rektorê Zanîngeha Stenbolê Mahmut Akî û civata wî ve ji bo pêşketina Zanîngeha me û bajarê me em dê çêtir bibînin. Ji bo arîkarî û pêwendîyên Zanîngeha me re Spasdarê Rektorê me û civata wî me.’Rektorê Stenbolê Prof.Dr.Mahmut Akî jî got ez gelek kêfxweşim li Zanîngeha Şirnexê me û ev peyman ne hema li aliyê dersan de lê belê di pêşketina zanîngehê de arîkarîyê bide. Prof.Dr.Mahmut AKî wiha domand: ‘Wek hemû hevalên me gotîn yekîtîya di Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê dê gelek feyde bide me hemûyan. Ez spasdarê Serokê YÖKê Prof.Dr. M. Yekta Saraçî û Rêzdar Serokkomar Recep Tayyip Erdoğanî me ko  ev fersenda dane me û slav û rêzên xwe jî peşkeşi wan dikim. Zanîngehên piştî sala 2006 an avabûyîn ji xwe re armancekê didanin. Ev zanîngehên nû hatîn avakirin, şûna zanîgehên mezin armancek zor wek nimûneyekê danin, ji xwe re di hinek qadan de rêyan vekin û li wî warî de pêşbikevin hem ji xwe re hem jî welatê me re feydetir e. Heger Zanîngeha Şirnexê bibêje ez dê bibim Zanîngeha Enqereyê, ji vê re sed sal pêwîst e. Li belê mikûr li ser alîyekê bisekine, pirpir ji Zanîngeha Enqereyê, ji Zanîngeha Istabulê dê bibore. Rastî em wek Zanîngeha Stenbolê ji Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê re em berhazir bûn. Di warê programan de 15 zanîngehên civan û 12 zanîngehên biqidem lihevhatin. Lê belê hinek zanîngeh li yekê, hinek li duduyan û em tenê li sêyan tenê lê hatin. Bi Zanîngeha Kilisê ya 7 Aralikê 3 program, bi Zanîngeha Şirnexê re 3 program û bi Zanîngeha Bingolê re jî 1 programan da lihevhatin. Em dizanîn ko hatina me ya Şirnexê hem feydeyê bidinê hem jî feydeyî bibînin. Armanca pêşnûmayê ne hema dersdayin û li xwendekaran re bikevin têkilîyê lê belê ya rast jî ew e ko qadroya mamosteyan jî hev nasbikin û beranberî hev feyde bidin hev. Ji bilî van damezirandina sempozyum, panel, xebat û konferansan jî feydeya pêşnûmayê ya mezintirê ye. Ji bo mêvandarîya Rektorê me û civata wî ez gelek spasîya wan dikim.’Piştî axaftinan peymana hevkarîyê hat îmzekirin û piştî îmzeyê jî Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî jî maketa Keştîya Hz.Nuh pêşkeşî Rektorê Zanîngeha Stenbolê kir.Piştî merasima îmzekirina peymanê Rektorê Zanîngeha Stenbolê Prof.Dr.Mahmut Ak û civata wî meydana Zanîngehê hatin gerandin.

18.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi