di-p-sbirka-w-neyan-a-ko-li-enqerey-hat-lidarxistin-de-ji-xwendekar-n-me-serkeftineke-mezin

Xwendekarên Lîsansabilinda Beşa Wênesaziyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha me di Festîvala Rêya Çanda Paytextê (Başkent Kültür Yolu Festivali) ya ko li Enqereyê hatî lidarxistin da bi ser ketin. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî çû festîvalê û xwendekarên me yên ko serkeftin bi dest xistine pîroz kir. Pêşbirka Hunera Hemdem a Freshankara ya di çarçoveya Festîvala Rê ya Çanda Paytextê de ko ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li Enqereyê di navbera 28 ê Gûlanê û 12 ê Hezîranê de tê lidarxistin, hat lidarxistin. Xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew Reşit Acay, Ferhat Sapmaz, Sefer Tan û Selman Barkınî beşdarî pêşbirka ji 60 parêzgehên Tirkiyê û 466 xwendekar bi 1431 berheman beşdar bûyîn bûn. Di encama pêşbirkê de xwendekarên me di nav 40 hunermendên ciwan ên herî baş de hatin hilbijartin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî hat qada festîvalê ko pêşbirk lê dihat kirin û piştgirî da xwendekarên me û di dawiya pêşbirkê da serkeftina xwendekarên me pîroz kir.

6.06.2022 |  Şırnak Üniversitesi