docdrbaz-got-li-ciyay-c-d-gabar-gelek-berhem-n-d-rok-hene-

Konferansa bi navê “Ez Bajarê Xwe Dizanim” ji aliyê Klûba Zanîn û Nirxên Bajarê Nûh a Zanîngeha me ve hat organîzekirin. Sekreterê me yê Giştî Doç. Dr. İbrahim Bazê ko wek axaftvan beşdarî konferansê bû wî bal kişand ser vê yekê ku Sefîne Mescida ku yekem cihê îbadeta Hz.Nûh e û ev der ne tenê ji bo misilmanan, ji bo Cihû û Xiristiyanan jî navendek pir girîng e.Li Navenda Kongreyê ya 15'ê Tîrmehê Klûba Agahdarî û Nirxên Bajarê Nuhê ya Zanîngeha Şirnexê bi mijara "Ez Bajarê Xwe Dizanim" konferansek li dar xist.  Axaftvanê konferansê gelek xebatkarên akademî û îdarî û xwendekar jî beşdar bûn Sekreterê Giştî yê me Doç.Dr.İbrahim Baz bû. Sekreterê me yê Giştî Doç.Dr.Îbrahîm Baz anî ziman ko Şirnex cara pêşî di sala 1874an da bû navçe û paşê statuya wê hat guhertin û wiha got “Di dîrokê de gelek bajar bi giştî li qeraxên çeman û li derdora perestgehên olî hatine avakirin. Lê Şirnex li dora axayan ava bû û mezin bû. Şirnex xwedî dîrokeke nêzî 400-500 salî ye. Şirnex bi navçeyên xwe re herêmeke xwedî dîrokeke girîng e. Ji Hz.Nûh vir ve mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Mizgefta Sefîne ya ko ji aliyê Hz.Nûh ve hatiye çêkirin sê olên pîroz Îslam, Cihûtî û Xirîstiyantî ve pîroz tête hesibînin.  Wek tê zanîn ev her sê ol jî bi heman awayî Qûds pîroz dibînin. Sefîne pêşî ji aliyê cihûyan ve pîroz dihat dîtin û li vir cejn dihatin lidarxistin û piştre ji aliyê Xirîstiyanan ve. Herî dawî Mislimanan li vir cejnên ku hefteyekê dom kir li dar xistin.Sekreterê me yê Giştî Doç.Dr. İbrahim Baz got ko li Çiyayê Cûdî û Gabarê gelek bajar-dewlet, peyker, gravur û hwd yên şaristaniyên Asûrî û Elamî hene. Her wiha destnîşan kir ko berhemên dîrokî heta îro jî mane.

26.11.2021 |  Şırnak Üniversitesi