fuara-pirt-kan-a-li-zan-ngeha-me-hat-darxistin-eleqeyeke-mezin-d-t

Fûara Pirtûkan a li Zanîngeha me bi hevkariya Wezareta Çand û Tûrîzmê, Walîtiya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê, Zanîngeha me û Komeleya Çand, Tûrîzm û Teşwîqê ya Şirnexê hat vekirin, balê dikişîne.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî bi Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê Ahmet Özdemirî serdana Fûara Pirtûkan kirin û ev e di nava 5 rojan de ji 2 hezarî zêdetir kesan serdana fuarê kirin. Rektorê me Prof. Dr. Erkanî der barê weşanên zanîngeha me de agahî da Parêzger Pehlivanî û Şaredar Yarkayî yên ko standa ko ji bo danasîna zanîngeha me li fuarê hatiye vekirin ziyaret kirin.Parêzgerê Ali Hamza Pehlivanî der barê fuarê de daxuyanî da û xwest fuar bi feyde be û got ko li kû derê pirtûk hebin ronakbîrî heye. Parêzger Pehlivanî ko bi pirtûkhezan re li fûara ku 50 hezar pirtûkên 30 weşanxaneyên cuda tê de cih girt, yek bi yek li standan geriyan, der barê fuarê de ji rayedaran agahî stand û hemû welatiyên me vexwend fûarê.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî anî ziman ko: “Kesê ko pirtûkê nexwîne, mîna dara bê av e. Ji bo ko xwendekarên xwe û hemû gelê xwe teşwîqê xwendina pirtûkan bikin, me rêxistineke wiha pêk anî. Ev fûara yekem e ko li zanîngeha me tê lidarxistin û em soz didin ko em ê her cure piştgiriyê bidin rêxistinên bi vî rengî." Fûara ko di 24ê Kanûnê de dest pê kir dê heta 2yê Çileya 2022an berdewam bike.

29.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi