hiq-qnas-niv-skar-hayati-inanc-li-zan-ngeha-me-ye

Hiqûqnas, nivîskar û bernameçêkerê televîzyonê Hayati İnançî beşdarî merasîma xelatdayînê ya pêşbirka bîranînê ya bi mijara "Li Şirnexê Jiyan" a ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê, Zanîngeha me û Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Parêzgehê ve tê lidarxistin bû û bi xwendekar û welatîyan re hat cem hev.Merasima ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15’ê Temmuzê ya zanîngeha me pêk hatî Parêzerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Midûrê Emniyeta Parêzgehê Cemal Dalmanî, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê Ahmet Özdemirî, Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Parêzgehê Abdullah Ayarî û xwendekar û welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê dan.Hayati İnanç ê ko di TRT'ê de bernameya “Can Veren Pervaneler" amade dike û pêşkêş dike, di hevpeyvîneke bi heman sernavê de serpêhatiyên jiyana xwe bi temaşevanan re parve dike. İnançî, anî ziman ko ew bi helbestê re pir eleqedar e û Necîp Fazil Kisakürekî di vî warî de xwedî cihekî taybet e û bi şîretên ko li ser jiyanê li temaşevanan kir bernameya xwe qedand.Di dawiya bernameya ko di pêşbirka Serpêhatî de xelat hatin dayîn de Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî û Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî diyarî û spasname pêşkêş Hayati İnançî kirin.

23.02.2022 |  Şırnak Üniversitesi