ji-rektor-me-peyama-serkeftina-18-adar-ya-canakkaley-

Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî bi minasebeta 18'ê Adarê Serkeftina Çanakkaleyê peyamek weşand. Prof. Dr. Erkanî di peyama xwe de wiha got: "Serkeftina Çanakkaleyê mînakeke bêhempa ya lehengiya ko di dîrokê de hatiye nivîsandin, xala zivirînê ya vejîn û şiyarbûnê ye. Ev serketina bi rûmet a gelê Tirk a li Eniya Çanakkaleyê derseke mirovahiyê ye li hemberî hemû cîhanê û li ser rêya paşerojê ber bi serxwebûnê ve ye. Em deyndarê wan kesên ko li Çanakkaleyê û di şerê Rizgariyê de ji bo parastina welatê xwe şehîd ketine, miletê me di îmtîhanên dijwar ên dîrokê re derbas bûye û gihiştiye îro. Em mîratxwerê baweriyeke biqewet û ruhekî bêhempa ne ko di xizaniyê de jî hatîye gotin ko 'Çanakkale nayê derbasbûyin'. Teminata siberoja me ya ronî wek duh îro jî ev ruh e, ev bawerî ye. Serkeftina Çanakkaleyê ji bo miletê me ne tenê wekî bîranîneke pîroz a rabirdûya me, di heman demê de ji bo meşa me ya pêşerojê jî yek ji bihêztirîn îlhama salvegerê ye. Bi hişmendiya mîrateya ko wan ji me re hiştine û têkoşîna wan, ez şehîdên me yên leheng Mustafa Kemal Atatürkî û rêhevalên wî bi merhamet û hurmet bi bîr tînim û bejna xwe li ber pakrewanên me yên qehreman dikim.

18.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi