ji-rektor-n-zan-ngehan-bagewaz-yek-hevpar

Ji her çar alîyên Tirkîyeyê rektorên zanîngehan bangewazîyek ya “Ji bo Filistînê Dad û Mafên Mirovahî” hat dayin. Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî jî tevlî civîna li ser zoomê bû.Bangewazîya mafê mirovan hat kirin û êrîşên Israîlê jî hatin şermezarkirin: “Israîl, xelkê sivîlên li şirîta Gazzeyê niştecih û bêberevanîyên li Filistînê yên mafên wan bi tund, tujî, zordestî û êrîşê tête binpêkirin û pitik, zarok, jin û pîr ji hev nehatîn vavêrkirin hatîne kuştin, birîndarkirin û malwêrankirin.Israîla mafê mirovan ne li xema wan de û wek dewletek terorî hereket dike li ber çavê dinê zanabînî komkujîyekê li ser zarok, jin û pîran dike û zordarîyê li ser mal û erdên wan dike. Zevîyên wan xera dike. Ji ber van êrîşên xwîndarî domdarî em jî wek rektorên zanîngehan bang li civaka navnetewî dikin ko; Divê Netewên Yekbûyî (UN) di çarçoveya hiquqa însanî û distûrên mafên însanîyên navnetewî de ev êrîş, malxerabî û war valakirin bêne sekinandin. Divê di zû de ji bo civaka Filistînê dewletek serwera ko mafê wanê rûmetê biêxe di bin garantîyê de bête avakirin. Biryarên Desteyên Dadwerîyên Navnetewî hene ko dadrêşîya wan li herêmên Filistînê hebe, Rojhilata Qudsê jî di nav de ko ji 1967 an û vir ve jî alîyê hêzên leşkerî yên Israîlê ve hatine dagirkirin. Bi van biryaran, ji bo Israîl hesabê wan sucên li ser axa Filistênê tête kirin bête xwestin û pêşî tê vekirin ko berpirsên van sucan bêne dîtin. Bi vê bang dikin ko sazîyên dadê yên mafên mirovanê navnetewî bertekê li dijî van êrîşên ji hiquq û mafên însanî dûr bidin û bisekinînin. Daxwaz dikin ko berpirsê van êrîşan bêne dadkirin û xwisara xelkê Filistînê jî bête dayin.Em wek evên îmzeyên wan li vê danezanê de heyî; beyan dikin ko em rêzdarî arîkarîyê didin wek mafek yê însanî yên jîyanek birûmet û parastina mal û milkê xelkê Filistînê. Herweha da ev xwîn bisekine û serî de êrîşên li ser zarok, jin û pîrên Filistînê dawî bibe li tê de navberî jî heyî em hazirin her xîzmeta însanî em bînin cih. Vê daxûyanîyê bi rêzdarî pêşkêşî rayagiştî ya navnetewî re dikin.”

18.05.2021 |  Şırnak Üniversitesi