ji-xwendekar-karsaz-n-ciwan-re-perwerda-n-jen-y-hat-dayin

Bi hevkarîya Zanîngeha Şirnexê, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Şirnexê, Lijneya Karsazên Jin ên TOBB ê û Şêwirmendî ya Sistem Global A. Ş. ê perwerdeya "Şêwirmendî û arîkarîya ji bo piştgirîya Karsazî, nûjenîyê" hat dayin.Perwerdeya Şêwirmendî û arîkarîya ji bo piştgirîya Karsazî, nûjenîyê li salona konferansê ya Navenda Çandê ya 15'ê Tîrmehê, 2 rojan berdewam kir. Xwendekar û karsazên me yên ciwan li ser mijarên wekî damezrandina karsaziyekê, di sektorê de cih girtin, bazarkirin, ragihandin û diyaloga sektorî, proje û projeyên domdar hatin perwerdekirin.Perwerdeyên ko ji aliyê şêwirmenda nûjenî û karsaziyê / perwerdekar Çiğdem Sezerê ve hatin dayîn, rastî eleqeyeke mezin hatin. 

12.01.2022 |  Şırnak Üniversitesi