ji-zan-ngeha-me-ar-kar-yek-mezin-bo-hilber-n-kar-

Zanîngeha me arîkarîyek mezin dide kargeha tevinkarî, şal û şapik, hilberîna keyarkan û zibilê kûrmikîzan ya tevkarîyê dide hilberîn û karanîna bajarê me.Kargeha Tevinkarîyê ya bi hevkarîya Parêzgeha Şirnexê, Şaredarîya Şirnexê, Zanîngeha me û Odaye Pîşesazîya Şirnexê ve hatî avakirin de nêzîkî 500 karker hatîne cihkirin. Piştî karanîna gazaxwezayî komirgeh û odeya qazana bi 4 hezar û 500 m2 li Zanîngeha me hatî valekirin, sektora taybet li vê derê kargeha tevinkarîyê avakir. Armanca kargeha civan lê hatîn cihkirin, hilberîna kanînê bête bilindkirin û ji Şirnexê bo bazarên Ewropa û YDE (USA)’yê cilûbergên hazir bêne hinardekirin.Herwiha bi hevkarîya Parêzgeha Şirnexê, Şaredarîya Şirnexê, Rêvebertîya GAPê û Midûrîyeta Perwerda Netewî ya Bajêr ve li Qada Zanîngeha me de hatî avakirin bûye derîyê karî. Şalûşapikê ji mûyê kej û boyaxa qurman hatî rengdan û bi tevnên li malan dihat raçandin bi demê re hatî jibîrkirin da ko bimîne ji nifşê nû re li kargeha di Zanîngeha me hatî avakirin de tête hilberîn.Li Qada Zanîngeha me de bi arîkarîya Zanîngeha me ji alîyê karsazên jin ve Kargeha Hilberîna Keyarkan hatîye avakirin. Di vê kargeha li Zanîngeha me de hatî avakirin de rojê 200 kg keyark ji alîyê 2 karsazên jin ve tête hilberîn û ev keyark li bajarokan têne firotin. Bi saya vê kargehê 15 karmend hatîne cihkirin.Li gel vê bi arîkarîya Zanîngeha me Endezyarê Çandinîyê civan Abdulmutalip Kocamanî jî kargeha hilberîna zibilê kûrmikîzikana Kalifornîya ava kir. Bi 600 hezar kûrmikîzikan destpê kir û 4 mehan de kûrmikîzikên xwe gihang 1.5 milyonan. Li dewletên çandinîya wan yê pêş ketîyên dinyayê ev e nêzîkî 70 salan e zibilê kûrmikîzikan têne karanîn, cara yekem e li Şirnexê tête hilberîn.

22.04.2021 |  Şırnak Üniversitesi