komxebata-plana-calakiy-ya-par-zgeh-ya-2022-2025-an-a-t-kos-na-li-dij-tundiya-li-ser-jin-li-zan-

Komxebata Plana Çalakiyê ya 2022-2025an a Parêzgehê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Zanîngeha me bi kordînasyona Midûriyeta Xizmetguzariyên Malbat û Civakî ya Şirnexê û bi beşdariya Midûriyeta Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê (KACAUM) hate lidarxistin. Komxebata ko nûnerên gelek sazî û rêxistinên bajarê me beşdar bûn, 3 rojan berdewam kir. Di komxebatê de rol û erkên saziyên pêwendîdar di plana çalakiya parêzgeha nû ya di çarçoveya prensîba "sifir tehemula tundiyê" û talîmata Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hatin gotûbêjkirin û yekdengîyek pêk hat. Di vê lihevhatinê de li hemberî tundiyê hevkarî û koordînasyona saziyan xurt bikin.  Rêveberê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê Dr. Hîndekar Dîcle Özcan Elçiyê destnîşan kir ko zanîngeha me dê ji bo xebatên bi vî rengî piştgiriya mekanî, teknîkî û akademîk bidomîne. Komxebat bi rûniştina girtinê bi dawî bû. 

24.11.2021 |  Şırnak Üniversitesi