konferansa-bi-nav-quott-kil-ya-siyer-tefs-r-quot-li-zan-ngeha-me-hat-lidarxistin

Rêzeya konferansê ya ko ji aliyê Fakulteya Îlahiyatê ya zanîngeha me ve di çarçoveya bûyerên zanistî yên sala akademîka 2021-2022an de hat lidarxistin, dewam dike. Konferansa binavê "Têkiliya Siyer - Tefsîrê" ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê pêk hatî ji alîyê Hîndekar Dr. Aykut Kayayî ve hat dayîn. Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî, Arîkarê Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Hîndekar Dr. Şehmus Ülkerî, xebatkarên akademîk û rêveberî û xwendekar beşdar bûn.Axaftina vekirinê ji aliyê Arîkarê Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Hîndekar Dr. Sehmus Ülkerî ve hat kirin. Dersdar Dr. Aykut Kayayî jî diyar kir ko ilmên Îslamê tevdebûn e, hemû jêderên hev in û di navenda hemûyan de Qur'an a pîroz heye.Kaya bal kişand ko ji ber ko Tefsîr ravekirina Qur'anê ye, têkiliya wê ya rasterast bi hemû zanistên di ilmê îslamê yên bingehîn da heye. Hîndekar Dr. Kayayî anî ziman ko bi bîr xist ko rîwayetên Siyerê di warê tefsîrê de bi awayekî berfireh tê bikaranîn, diyarkirina tarîxên ayet û sûreyan di warê ilmên Qur'anê yên bi rîwayetê ve girêdayî ye.Piştî civîna pirs û bersivan, Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî bi dayîna belgeya beşdarbûnê ya ji bo Endamê Fakulteya Îlahîyatê Aykut Kayayî bi dawî bû.

15.04.2022 |  Şırnak Üniversitesi