li-ser-nav-zan-ngeha-me-dibistana-t-r-zm-r-vebiriya-otel-besdar-1em-n-fuara-tur-zm-gastronom

Dibistana Tûrîzm û Rêveberiya Otelê li ser navê Zanîngeha me beşdarî 1.emîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ya ko li Diyarbekirê hat lidarxistin bû.Di 1.emîn Fuara Tûrîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ya ko li Diyarbekirê di navbera 24-27'ê Adarê de pêk hatî de, li standa ko li ser navê Zanîngeha me ji aliyê Dibistana Tûrîzm û Rêvebirîya Otêlan ve hat vekirin de, li ser çand û tûrîzma Şirnexê danasîn hatin kirin. Eleqeya kesên ko beşdarî fuarê bûn ji standa ko Parêzgerîya Şirnexê, Şaredarîya Şirnexê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê arîkarî kirî, zêde bû.Midûrê Dibistana Tûrîzm û Rêveberiya Otelê Doç. Dr. Çağdaş Ertaşî û Arîkarê Midûrê Birêveberiyê Dersdar Taner Nurî jî agahî da mêvanên standê û herwiha rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî serdana standê kirin.Li qada fuarê ko panel û pêşkêşî lê tên lidarxistin, endamên Dibistana Tûrîzm û Rêveberiya Otelê Doç. Dr. Çağdaş Ertaş, "Rêwîtiya Ber bi Rabirdûyê ve, Rêwîtiya Ber bi Çiyayê Cûdî ve”, Doç. Dr. Sedat Çelikî "Rêyên Qedîm ên insanîyetê, Berê Min Berbi Şirnexê ve' û Serokê Beşa Gastronomiyê Hîndekar Dr. Aysen Ercan İştin bi sernavê "Tûrîzma Gastronomî û Şirnex" pêşkêşiyek kir.

28.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi