li-sirnex-f-nala-caryek-ya-ten-s-ya-l-ga-st-rk-n-anadoluy-bi-daw-b-

Fînala çaryek a Lîga Stêrkên Anadoluyê ya bi mazûvanîya zanîngeha me de ya şaxa tenîsê hat lidarxistin.Di pêşengiya Wezareta Ciwan û Sporê de bi piştgiriya Parêzgerîya Şirnexê tîmên ko derbasî nîvfînalê bûn di pêşbirka çaryek, di 26ê Hezîranê de li kampusa Zanîngeha Şirnexê dest pê kiribû hatin diyarkirin. Midûrê Ciwanan û Werzîşê yê Parêzgehê Abdullah Ayarî di bernameya qedandinê de axivî û diyar kir ko di van demên dawî de li bajêr pêşbirkên neteweyî û navneteweyî tên lidarxistin û ew ji vê yekê kêfxweş in. Ayarî anî ziman ko ew ê bernameyan bidomînin û wiha got: "Şirnex ber bi bajarekî werzişê ve diçe. Serî de parêzgerîya me, ez spasiya hemû sazî û rêxistinên ko di vê pêvajoyê de li cem me bûn dikim. Şirnex jî di nav de Şirnexîyan ji werzîşvanên ji 14 bajaran hatîn hez kirin. Ez hêvî dikim ko hûn bi hestên xweş derkevin." Ayarî anî ziman ko werzişvanên ew mazûvaniya wan dikin dê bi dilxwazî ??behsa Şirnexê bikin. Ayarî ji bilî van ji wan xwest ko ew dera ew biçinê behsa xweşîya Şirnexê bikin. Anî ziman ko ew werzişvanên hatîn ji rêzê ve pîroz kirin û destnîşan kir ko ew li bendê ne ko piştî nîvfînalên li Trabzonê bên kirin fînala wê jî li Şirnexê be. Di encama pêşbirkan de Agirî û Bedlîs di Koma A de, Îdir û Sêrt di Koma B de, Colemêrg û Adiyaman di Koma C de bûn yekemîn.Di Koma Ayê de Êlih û Meletî, di Koma B'yê de Sêrt û Colemêrg, di Koma C'yê de Tûncelî û Bîngol wekî her du tîmên pêşîn di nîvfînalê de navên xwe tomar kirin. Tîmên ko di pêşbirkê de di koma xwe de di rêza duduyan de cih girtin, mafê beşdarbûna nîvfînalê ya ko dê di 1-4ê Tîrmehê de li Trabzonê bê lidarxistin, bi dest xistin. Arîkarê Parêzgerê Şirnexê Mehmet Emre Canpolatî, Arîkarê Şaredarê Şirnexê Ömer Yılmazî, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Seroka Kulûba Werzîşê ya Tenîsê ya Şirnexê Selma Özçınarê, gelek werzişvan û antrenor jî beşdar bûn.

29.06.2022 |  Şırnak Üniversitesi