li-sirnex-hefteya-ah-t-y-hat-p-rozkirin

Li Şirnexê bi boneya 35’emîn Hefteya Ahîtîyê de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Çalakiyên ko bi dayîna çelenga ji peykerê Atatürkî re li baxçeyê Parêzgerîya Şirnexê dest pê kir û piştre jî Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî û Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî hevdîtina bi nûnerên saziyên bazirganiyê yên Şirnexê re domand in. Li Qada Cumhuriyetê çalakiyên Hefteya Ahilikê hatin kirin.Di çarçoveya Hefteya Ahîtîyê de ko ev sih û pêncemîn care tête pîrozkirin de gelek çalakî hatin lidarxistin. Bername ya li baxçeyê Parêzgerîya Şirnexê de bi danîna çelenga li ber Peykerê Atatürkî ya ji alîyê Midûrê Bazirganiyê yê Parêzgehê Mehmet Emin Yıldırımî, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Osman Gelişî û Serokê Odeya Yekîtîya Karsaz û Hunermendan Heşar Haşimoğluyî dest pê kir. Ji vê derê nûnêrên sazîyan bi Parêzgerî re derbasî Parêzgehê bûn û liv ê derê Parêzger Bilgiliyî û Rektorê me Erkanî hatin cem hev. Di civîna der barê çanda Ahîtîyê de agahî hatin stnadin û Rektorê me Prof. Dr. Erkanî destnîşan kirin ko Ahîtî ne tenê ji bo esnaf û hûnerkaran de ye,  di heman demê de ji bo tevna civakê jî ruhekî kolektîf e û wiha domand: “Kapîtalîzma ko mirovan mecbûrî xweperestiyê dike, çanda me ya dîrokî ya ko bihevrejîn û bi têkilîyên arîkarîya bi hevre hene ji holê radike. Niha her ferdek tenê xwe û berjewendiyên xwe yên taybet derdixe pêş û yekî din li kêleka xwe paşguh dike. Ger em çanda Ahîtîyê ya di çanda me de cihê xwe yê kûr digire vejînin û di jiyana me de cih bigirin, em ê li dijî vê çanda kapîtalîzmê li ber xwe bidin.” Çalakiya li salona civînê bi pêşkêşkirina kulîlkan nûnerên saziyan ji bo Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî re dawî bû.Piştre di çalakiya ku li Qada Cumhuriyetê dewam kir, Parêzger Osman Bilginî, Fermandarê Lîwaya 23.yan a Şirnexê Orgeneral Halil Soysalî, Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Fermandarê Cendirmeyan ê Parêzgehê Murat Bozkurtî û gelek karsaz beşdar bûn. Li vê derê ji ahîyê salê, qelfeyê salê û şagirtê salê plaket û bawernameyên serkeftinê hatin dayîn. Parêzger Bilginî dîyar kir ko Şirnex û gelê Şirnexê wê di demeke herî kurt de bên cihê ko heq kirî ne û wiha got: "Civaka ahîtîyê ne tenê çanda ko jiyana bazirganiyê dîzayn dike. Rêxistina Ahîtîyê malbat û civakê jî dîzayn dike. Ya rastî ev tê wê wateyê ahîtî, mirov e." Piştî axaftinan bernameya Hefteya Ahîtîyê bi dayîna xwarinê dawî bû.

13.09.2022 |  Şırnak Üniversitesi