li-zan-ngeha-me-calak-ya-8-adar-roja-jinan-hat-damezirandin

Li zanîngeha me di Navenda Çand Û Kongreya 15 Temmuzê çalakîya Roja Jinên Cîhanê hat damezirandin. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û hevjîna wî Yildiz Pehlivanê, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî û hevjîna wî Fatma Yarkayê, Fermandarê Cendirmeyê Bajêr Qidemî Albay Tamer Bilacanî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkanî, nûnêrên sazîyên civakî û gelek mêvan tevlî çalakîyê bûn.Di çalakîyê de Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî bertekek li dijî tundîya li ser jinê anî ziman û wiha domand: ‘Di wê çand û şaristana em li tê de dijîn de ti cudahî ne xistîye navbera jin û mêran de. Wek li dinê dibe em dibînin ko li welatê me de jî em rasta tund û tujîya li ser jinê tête kirin têne. Mixabin îro ev heye ko behs jî tête kirin.’Parêzger Pehlivanî anî ziman ko jinan jî wek mêran berdêl li ber vî welatî de dane û di salên Şerê Rizgarîyê de yên wek Nene Hatunê bûne sembol. Ev berxwedan îro hêj dom dike. Em îro li bajarek çendan sal e berxwedanê li ber terorîyê dike ne. Dayîkên zarokên xwe wek polês, leşker û cenderme dirêkin vê derê hene. Xwişk, dayîk hevjînên cerdevanan hene û ew jî bûne hevpara vê berxwedanê û hêj jî dibin. Minak heger berdel ji bo welat, al, millet, ax bête dayin jinên me jî wek mêran berdel dane. Û hêj jî ev berdel tête dayin.Şaredar Mehmet Yarkayî gotina xwe wiha qedand: ‘8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê serî de dayîkên şehîdan û pê re jî li hemû dayîkan ewên watedar, çavkanîyên me û carcaran em xemsarîyê ji bo wan dikin, kedkar û cangorî pîroz dikim. Îro 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê li gelek cih û deran tête bîr anîn û pirsgirêkên jinan tête ziman. Jinên me bibandor, pevgihîştin û parêzvanên civakê ne.’ Rektorê zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkanî jî got ko divê jin di 8’ê Adarê Roja Jinan de bi ked û karînên xwe ve û tiştên ji bo wan hatîn kirin ve bêne axaftin.  Prof.Dr.Erkanî wiha domand: ‘Kîj civakê de cihê jinan li pêş be di wê sedsalê de  ew civak li pêş e û civaka serketîtirê ye. Dema li Ewropa jin li paş, Ewropa jî paştirê mabû. Me bi Parêzgehî û Şaredarîya xwe ve ji karê jinê gelek xebat hev re kirin. Nêzîkî 500 jin bûn xwedî kar û ez dixwazim ji bo Akademîyê ji mizgînîyekê bidim. Heta mehekî du jinên profesor dê hebin û em dixwazin yekî ji van jî wek arîkarê rektor wezîfedar bikin. Bi Şaredarîya me re ji bo bikaranîna jinan Destgeha Sêwiran û Xemlê û Qesra Hewldana Jinê  hat vekirin û jin dê bêne karanîn. Spasîya heçî yê ked û karên wan li vê çalakîyê de dikim û 8’ê Adarê Roja Jinan jî pîroz dikim.’Midûrê Karûbarên Malbat, Kar û Civakî Muzaffer Akçamî jî wiha got: ‘Dayîkên me, jinên me hewe di berxwedana xwe ya ked, rêz û hewldanê de da nişan ko ev berxwedan bûye mînak. Civakên jinên xwe didin rexê, cûdahîyê dikin ji serî de xusirîn e. Yên keda wan li vê bernameyê de heyîn û mijûl dibin spasdarê wan im.’Midûra Navenda Sepandin Û Lêkolîna Xebatên Jinê Hîndekar Dr.Dicle Özcan Elçiyê jî axaftina xwe ya binavê ‘Nimênên Jinê Li Zanînghea Şirnexê’ kir. Hîndekara Fakûlteya Ziraetê ya Zanîngeha Şirnexê Doç.Dr.Derya Yücelê jî axaftina xwe ya binavê ‘Li Akademîyê de Wek Jin’ kir û hinek agahî dan. Çalaki bi performansa mûsîka Hîndekara Fakûlteya Hûnerên Bedew Doç.Dr.Gunay Tuzkayayê û xwendekarên fakûlteya hat qedandin.

9.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi