li-zan-ngeha-me-calakiya-tecr-be-diaxive-hat-lidarxistin

Li Zanîngeha me çalakiya "Tecrûbe Diaxive" ya ko ji aliyê zanîngeha me ve hatî lidarxistin, karsaz û karsazên girîng ên ko di warên xwe de pispor in û xwendekarên zanîngeha me bi hevkariya zanîngeha me û DIKAyê re hatin cem hev.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Arîkarê Rektorî Prof. Dr. Derya Yücelê, Gerînendeya Ofîsa Pêşxistina Kariyerê Dersdar Mamoste Vehip Birlikî, karmendên me yên akademî û revebirî û gelek xwendekar beşdarî çalakîyê bûn.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî diyar kir ko wek Zanîngeha Şirnexê ji bo ko xwe pêş bixin ew bi her awayî piştgiriyê didin ciwanan. Rektor Erkanî, diyar kir ko wan bi taybetî ciwanan teşwîq kirine ko projeyan amade bikin û got ko bi hevkarîya Parêzgerîya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê û zanîngeha me gelek proje hatine damezrandin da ko ciwan di jiyana xebatê de hîn aktîftir bibin rolek mezin didin.Piştî Rektorî bi moderatorîya werzîşvan Dr. Murat Çağatayî, Çiyager, Nivîskar û Karsazê Civakî yê Neteweyî Nasuh Mahrukiyî çîroka xwe ya biîlham ji ciwanan re got. Pisporê Pêşkeftina Kesane Ali İsmet Koçakî ji bo plansaziya kariyera xwendekarên zanîngehê girîng parve kirin. Di heman demê de Mentor -Pisporê Pêşkeftina Karsaziyê Özgür Ardayî, Pisporê Torê- Metaverse Erdal Uzunoğluyî û Rahênerê Karsaziyê Barış Hazerî ji bo teknolojiyên pêşerojê, karsazî û jiyana karsaziyê pêşniyarên têgihîştî pêşkêş kirin.Di çarçoveya Projeya 'Arîkariya Teknîkî ya Ji bo Pêşxistina Karkirina Ciwanan li Herêma TRC3'ê ya ko ji aliyê Komara Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê ve, desthilatdariya peymanê ya Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ve tête fînansekirin, ji bo xwendekarên zanîngehê pêşkêşiyên kardêran Daîreya Yekitiya Ewropayê û Alîkariya Malî û ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê ve hat lidarxistin û çalakiyên "Axaftina Ezmûnê" ko tê de axaftinên sereke hebûn, li Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Sêrtê hatin lidarxistin.

22.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi