li-zan-ngeha-me-civ-na-danas-na-p-sn-maya-p-kan-na-c-re-c-reb-na-tur-zma-may-nde-r-geh-n-cand-t

Li Zanîngeha me “Civîna Danasîna Pêşnûmaya Pêkanîna Cûre Cûrebûna Turîzma Mayînde Û Rêgehên Çand û Turîzmê” hat darxistin.Li Şirnexê bi hevkarîya Wezareta Pîşesazî Û Teknolojîyê, Parêzgeh, Şaredarî, Ajansa Pêşveçûyîna Dicleyê û Zanîngeha Şirnexê  “Civîna Danasîna Pêşnûmaya Pêkanîna Cûre Cûrebûna Turîzma Mayînde Û Rêgehên Çand û Turîzmê” hat darxistin.Li Zanîngeha me di Odeya Senatoyê Parêzgarê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Sekreterê Giştîyê Ajansa Pêşvecûyina Dicleyê Ahmet Alanlıyî, Qeymeqamê Cizîrê Davut Sinanoğluyî, Qeymeqamê Silopiya Can Kazım Kurucuyî, Qeymeqamê Hezexê Refik Özsoyî, akademîsyenên ji zanîngeha me, amirên hinek sazîyên giştî û nûnêrên hinek ajansên turîzmê  tevlî civînê bûn.Parêzgarê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî li ser erdnîgarîya Şirnexê axivî û got Şirnex dibe bi delalîya cografya û bi zengînîya xwe ve bibe mijara turîzmê.  Got ko ji ber çalakîyên terorîyê çand û turîzma Şirnexê her hatîye paşdeavêtin û terorê her dem ev kar û xebatên li vî alî asteng kirî ye.Pehlivanî got ku ew bi potansîyelek gelek mezin tevlî turîzma Şirnexê bibin û da Şirnex bibe cihek aram û ewle, em dê gelek gavên giring biavêjin. Me li ser hemû cihên dîrokî û çandîyên li bajar û bajarokan bi Wezîrê Çand Û Turîzmê re axaft. Li ser vê mijarê Cûdî û Keştîya Nuh têm û sernavek gelek giring e.Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî ji got ko Şirnex bi navend û bajarokên xwe xwedî qîmetek mezin ya çand û turîzmê ye û em wek şaredariya Şirnexê ji bo danasîna van xebatan tişta bikeve ser milê me, em hazirin arîkarîyê bidin.Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî jî got bajar dê bibe navendek ya bîr û bawerîyê û bajar xwedî potansîyelek gelek mezin e. Erkanî wiha domand: “Di çarçoveya Vîzyona 2023 an de em analîzek ya SWOTê bikin, alîyek hêztirê ya Şirnexê, Tûrîzm e. Turîzma bawerî, çand û xweza xwe ve înşelleh em dê xebatên gelek baş bikin. Ez bawerim bi arîkarîya Parêzgeha Şirnexê û Ajansa Pêşvecûyina Dicleyê ve ji alîyê tûrîzmê ve ya bikeve ser milê me, em dê bikin. Wek tê zanîn ko Çîyayê Cûdî û Sefîne ya, cihê Keştîya Nuh rûniştî ser, ji alîyê Cihû, Xirîstîyan û Misilamanan ve pîroz tête zanîn, di cîhanê de piştî Qûdsê ve cihê duyema pîroztir e. Hz.Nuh û herêma Sefînê ji alîyê turîzma bawerîyê ve cihek gelek giring e. Ev pêşnûma wek despêkê ye. Heger Xwidê bike nesîp gelek xebatên me dê çêbin. Ez spasdarê wanên keda wan li vê pêşnûmaya hene me.”Piştî axaftina vekirinê de Rêveberê Pêşnûmaya Pêkanîna Cûre Cûrebûna Turîzma Mayînde Û Rêgehên Çand û Turîzmê Doç.Dr.Sedat Çelîkî jî li ser pêşnûmayê gelek hûrgulî dan û got armanca vê pêşnûmayê ew e ko Şirnex bajar û bajarokên ve xwedî gelek hêmanên çand, xweza û baweriyê ne û bi saya van hêmanan mirov bikare hêsanîkê ji xwe re bigere. Çelikî wiha domand: “Da agahiyên tevlîhevên di hinek malperan de yên li ser Şirnex û qîmetên wê de bêne ji vavêrkirin em dê piştî lêkolînan malperekî ji agahîyên rast pêkhatî ava bikin”.Piştî pirs û bersivan civîn qedîya.

19.02.2021 |  Şırnak Üniversitesi