li-zan-ngeha-me-civ-na-p-sn-maya-pistgir-ya-tekn-k-ya-ji-bo-p-svebirina-kar-bar-n-civanan-hate-da

Civîna ‘Projeya arîkarî ya teknîkî ya ji bo pêşvebirina karûbarên civanan li herêma TRC3’ ya ko bezaran civan dikarin li Şirnexê, Mêrdînê, Batman û Sêrtê jê sûd werbigirin, li Navenda Kongre û Çandê ya 15 Temmuz’a Zanîngeha me hat darxistin.Civîna yekem a ji alîyê Ajansa Geşepêdana Dîcleyê (DİKA) ve hate kirin û bere li Mêrdînê hatibû darxistin. Ya duyem jî mêvandarîya Zanîngeha me ve hatîbû darxistin. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlîvanî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof.Dr.Nihat Şindakî û Sekreterê Giştî yê DİKA yê Ahmet Alanlıyî û rêvebirên hinek sazîyên giştî Şirnex, Mêrdîn, Sêrtê û Batmanê tevlî civînê bûn. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî axivî û got her pêşnûmayên ciwan û kar li tê de be ew bi kêfxweş dibin. Pehlivanî wiha domand divê ciwan li pêvajoya li pêş de baş bêne rêve kirin. pehlivanî got ko ‘Ciwanên me hewce ne ko ji biçûkatî ve bêne perwerdekirin, jêhatîbûnên wan bêne pêşvexistin û li gorî van behreyan werin rêve kirin. Rastî jî qada kar heye. Pêwîst e mirovên jêhatî, şareza û xwende bêne perwerdekirin. Ev dê bibe gavên ko bi van pêşnûmayan re di dibistan û zanîngehên me de têne avêtin.’Diyar kir ko wan pirsgirêkên li Şirnexê di Atolyeya Vîzyona 2023’an de ko di salên borî de li Zanîngeha me pêk hatî gotûbêj kirin, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî got: ‘Em wekî zanîngehê bi nêrînên xwe ve me dît ko li bajarê me pirsgirêka sereke kar e. Li vê derê bi rêbertîya parêzgerê Şirnexê rêzdar Ali Hamza Pehlivanî ve, em çêtirîn dibînin ku saziyên giştî bi rengek komî çawa dixebitin. Bi piştgiriya Zanîngeha me, Parêzgeha Şirnexê, Şaredarîya Şirnexê û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Şirnexê me kargehek tekstîlê ava kir ko 500 kes dixebitin e. Dîsa vê hefteya borî, li bajarê me bi hevkariya van sazîyan Tûrnûvaya Tenîsê ya Cup Cûdî hat li dar xistin. Li wargeha me Tesîsa Hilberandinê ya Şal Şapik bi hevkariya van saziyan hate damezrandin. Ez dixwazim ku ev civîn bi li ser xêrê be.”Sekreterê Giştî yê DİKA yê Ahmet Alanlıyî jî diyar kir ko pêşnûmaya ko ew wekî komatî û peywendîdar demek dirêj li ser sekinin û hat pêk anîn. Alanlıyî dîyar kir ko ji 10 hezara zêdetir xort ji projeyê bi tevahî lêçûnê 40 mîlyon TL sûd werdigirin û wiha got: ‘Armanca sereke ya vê pêşnûmayê peydakirina teşwîqên ji bo xebata ciwanan li herêma me ye. Di warê personelên pispor de li herêma me kêmasî heye. Ger em piştgiriyê bidin xebata ciwanan, em ê qalîteyê hinekê zêde bikin. Ne tenê DİKA di heman demê de 4 parêzgeh jî xwedan zanîngeh in. Di vê pêşnûmayê de, hem agahdariya pîşeyî û teknîkî ji bêkaran re tê peyda kirin û hem jî li karsazan rêberî tê kirin. Em hewl didin hem kapasîteya sazûmanî û hem jî kapasîteya karmendan zêde bikin. Pêdivîya me bi karsazan heye. Emê ji bo peydakirina vê yekê li gel hev bixebitin.’Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof.Dr. Nihat Şındakî jî di bernameyê de axaftinek kir û Ahmet Karanê gerînendeyê sektora Nûnertiya YE ya li Tirkiyê jî bi pêwendiya bi vîdyo konferansê ve pêşniyarek da. Koordînatorê Pêşnûmayê Cleofe Maria Cristina Guardigli jî di derbarê hûrguliyên pêşnûmayê de agahî dan. Bi pêşnûmayê re, ku ji alîyê Tirkiye û Yekîtiya Ewropî ve tê fînanse kirin û ji alîyê Daîreya Yekîtiya Ewropî û Alîkariya Darayî ya Wezareta Malbat, Xebat û Karûbarên Civakî ve hat îmzekirin, dê kapasîteyên siyaseta aktor û aliyên pêwendîdar ên herêmî bêne xurt kirin da ko zêde bibin behreyên pîşeyî yên ciwanan û piştgiriya xebata ciwanan bi riya rahênanên pîşeyî ko li warên cûda li 4 parêzgehan bêne kirin. Projeya Alîkarîya Teknîkî ya ji bo Pêşvebirina Karûbarê Ciwanan li Herêma TRC3yê dê heya Hezîrana 2023 berdewam bike û bêtirî 10 hezar ciwan dê bikaribin sûd werbigirin. Di çarçoveya projeyê de, dê ji bo ciwanên bêkar ên di navbera 15-29 salîyê de, saziyên giştî û aliyên din ên pêwendîdar ên herêmî, bi kotaya herî kêm ji sedî 25 jinên ciwan, bernameyên perwerdehîyê yên cihêreng werin organîzekirin. Wekî din, dê pêşbaziyên karsaziyê yên ji bo ciwanan, karûbarên rêberîya karîyera, rojên karîyera li zanîngehan bêne li dar xistin, û ‘Desteya Alîkariyê ya Karsazî û Rêberiya Darayî’ dê di nav buroyên DİKA de bêne peyda kirin.

9.06.2021 |  Şırnak Üniversitesi