li-zan-ngeha-me-civ-na-vekirin-danas-na-baskirina-rewsa-tendurist-ewlekariya-kar-ya-projeya-k

Ji alîyê Programa Bexşa Yekîtîya Ewropayê ve tê piştgirî kirin ko Ajansa Geşepêdana Dîcleyê (DİKA) jî wekî beşdarê pêşnûmaya "Pêşvebirina Tendurist û Ewlehîya Kar ya Kevirên Asfaltîta Şirnexê" ya ku dê ji alîyê zanîngeha me û Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Şirnexê ve bête pêkanîn piştgiriyê dide.Programa li Salona Senatoya li Zanîngeha me hatî sazkirin de Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Sekreterê Giştî yê DİKA Ahmet Alanlıyî, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Osman Gelişî û her weha serokên saziyên girse tevlî civîna danasîn û vekirina programa ‘Pêşvebirina Tendurist û Ewlehîya Kar ya Kevirên Asfaltîta Şirnexê’ bûn.Di civînê de endamên protokolî her yekê axaftinek kirin û Gerînendeyê Giştî yê Tendurustî û Ewlehîyê Cafer Uzunkayayî jî li ser zoomê re axaftinek kir û ji bo arîkarî û piştevanîyê spasdarî jî kir. Uzunkayayî anî ziman ko divê tenduristî û ewlehî ya kar di her awayî de giringî bê dayîn.Koordînatorê Pêşnûmayê Vali Ayanî da zanîn ko armanca vê pêşnûmayê ya sereke baştirkirina tendursitîya kar û ewlehîyê ya kar li Şirnexê û kevirên wê yên Asfaltîtê ye û di pêşnîyara xwe de destnîşan kir ko ji bo hişyarkirina derbarê tenduristî û ewlehîya kar dê perwerdehîyên cûrbicûr bêne rêxistin.

16.06.2021 |  Şırnak Üniversitesi