li-zan-ngeha-me-li-ser-mehmet-ak-f-ersoy-sir-da-netewey-panelek-hat-lidarxistin

Di 15ê Tîrmehê de ji alîyê Fakulteya Îlahiyatê û Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha me ve di Navenda Çand û Kongreya 15ê Temmuzê de panela bi navê "Helbestvanek Bîrdarî û Berhemek Bîrdarî li Navenda Nirx û Baweriya Neteweyî De: Mehmet Akîf Ersoy û Sirûda Neteweyî" hat lidarxistin.Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî, Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Hüseyin Güneşî û Serşêwirmendê Rektoriyê Prof. Dr. M. Tahir Nalbantçilerî, xebatkar û xwendekarên me yên akademîk û rêveberî jî beşdarî bernameyê bûn.Di axaftina destpêka panelê de Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî diyar kir ko wî di salên lîseyê de yek ji berhemên herî girîng ên Mehmet Akîf Ersoyî "Safahat" xwendiye û di vê pirtûka Helbestvanê Sirûda Netewî de herî zêde li ser wijdan, dîn û baweriyê rawestiyaye. Doç. Dr. Bazî da zanîn ko Mehmet Akîf Ersoyî bi dilxwazî ??çûye sirgûneke bêçare, lê nivîskar û alimên bibandor ên mîna wî her tim di dilan de hatine veşartin.Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr. Hüseyin Güneşî dîyar kir ko Sirûda Netewî ne tenê sirûd e, ruhê têkoşîna neteweyî ya welatê me nîşan dide û spasiya kesên ko ked dane organîzekirina panelê kir. Moderatora panelê Doç. Dr. Bahattin Keleşî, anî ziman ko ji bo fêhmkirina Sirûda Netewî ne tenê Mehmet Akif Ersoyî pêvajoya têkoşîna neteweyî ya ko di wê demê de pêk hatiye jî divê were fêmkirin û pêvajoyên girîng ên di dema derbasbûyî de vegot. Piştî wê Dersdar Panelîst Dr. İlker İşlerî li ser "Kesayetiya wêjeyî ya Mehmet Akif Ersoy û estetîka Sirûda Neteweyî", Dersdar Fecri Yaviyî jî li ser “Di warê ziman û şêweyê de Mehmet Akif” pêşkêşiyek kir.

15.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi