li-zan-ngeha-me-meras-ma-xelat-n-t-rn-vaya-pay-z-hat-lidarxistin

"Merasima Madalyaya Kupayê" ya Serdema Payîzê ya 2021-2022 an ko ji aliyê zanîngeha me ve hatî organîzekirin, li Navenda Kongre û Çandê ya 15 ê Temmuzê ya zanîngeha me hat lidarxistin.Di merasîmê de Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Arîkarê Rektorî Prof. Dr. Derya Yücelî, Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî û xebatkarên me yên akademî-rêvebirî û xwendekarên me jî beşdar bûn. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî got, “Li zanîngeha me çalakiyên werzîşî, çandî û civakî roj bi roj zêde dibin. Werzîş hem qadeke fizîkî ye û hem jî qada zanistî ye. Weke ku Gazi Mustafa Kemal Atatürkî jî gotiye, “Aqlê saxlem di laşê saxlem de dimîne.” Em wek Zanîngeha Şirnexê ji bo ciwanên xwe di werzîşê de xwe bi pêş bixin her cure piştgiriyê didin. Tûrnûvayên me yên Serdema payîzê bi tevlêbûna hezar û 109 werzişvanan li 11 şaxan di kategoriyên cuda de hatin lidarxistin. Ez hemû ciwan û xebatkarên me yên di vê tûrnûvayê de cih girtine pîroz dikim. Ji kesên ku ketine rêzê û serketîne hêviya berdewamiya serkeftina wan dikim."Bername bi pêşkêşkirina madalya û kûpayan bo tîm û kesên ko di warên futbol, ??basketbol, ??voleybol, tenîsa masê, tûrnûvaya kişikê, melevanî, badmînton, dart, boko û tenîsa kort de pilebilind bûn û paşê wênegirtina komî bi dawî bû.

29.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi