li-zan-ngeha-me-merasima-destpeka-sala-akadem-ka-2022-2023-an-hat-lidarxistin

Merasîma Destpêka Sala Akademîk a Zanîngeha me ya 2022-2023an bi beşdariyeke zêde hat lidarxistin. Merasîma destpêka li Salona Konferansê ya Navenda Kongre û Çandê ya 15ê Temmuzê hatî lidarxistin, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî, Arîkarên Rektorî Prof. Dr. Mehmet Şimşekî û Prof. Dr. E. Mustafa Eyyüboğluyî, Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Mirza Tetikî û Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî, dekanên fakulteyan, akademisyen û gelek mêvan beşdar bûn.Sekreterê Giştî Doç. Dr. İbrahim Bazî axaftina destpêkê kir û wiha got:“Zanîngeha me di sala 2008 an de bi projeya Serokomarê me Recep Tayyip Erdoğanî ji bo ko di perwerdehiyê de îmkanên wekhev peyda bike û kêmasiyan ji holê rake, hat avakirin. Her çende em zanîngeheke 14 salî bin jî, bi rastî em zanîngeheke ciwan in. Lêbelê, kadroyên akademîk ên zanîngeha me xwedî avahiyek ciwan e. Îro em veguherîye artêşeke mezin a perwerdehiyê ya ji 668 kesan pêk tê, di nav de 339 akademîsyen û 329 karmendên rêveberî ne. Ez dixwazim spasiya hemû mamosteyên me yên berê yên ko di vê yekê de beşdar bûne, bikim. Her wiha li gel 2 hezar û 407 xwendekarên me 5 hezar û 623 xwendekarên me yên qeydkirî hene. Li hemû beşên me, ji bilî yek ji bernameyên me, rêjeya tijîtîya beşên me ji sedî 99 heye. Heyîna ji 71 bajarên cuda xwendekarên me, dewlemendiyeke din e. Sala 2023 hem ji bo welatê me hem jî ji bo zanîngeha me pir girîng e, ji ber ko sala 2023 dibe sala 15emîn a damezrandina zanîngeha me. Em dixwazin zanîngeha me di sala xwe ya 15-an de bi 15 çalakiyên girîng hêzek nû bi dest bixe. Ez hêvî dikim ko sala me ya xwendinê ya 2022 2023 ji bo me hemûyan bi feyde be.”Piştre Deliha Elçe ya ko ji Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Şirnexê mezûn bû û wek karmenda lêkolînerê hatî fakulteya xwe, li ser navê karmendên lêkolîner derket ser dikê. Elçeyê kêfxweşiya xwe ya ji ber xwendina li zanîngeha me anî ziman wiha got: “Tu serkeftin ne tesaduf e, ne jî bê piştgirî ye. Gelek profesorên ko şîret û rêberiya min dikin di serkeftina min a li vir de para xwe hene. Ji ber vê sedemê ez spasiyên xwe pêşkêşî mamosteyên xwe yên fakulteyê dikim ko di her warî de bi taybetî di warê akademîk de rêberiya xwendekaran dikin û vê dikin çandek perwerdehiyê û ji her yekîneyeke zanîngeha xwe re ko nîşan didin xwendekarek ji Zanîngeha Şirnexê dikare bi ser bikeve. Lêbelê bi rojek wiha re yek ji pêvajoyên herî dijwar bû ku xwendekarek li herêma ku gotina "erdnîgar çarenûs e" herî zêde bi zehmetiyên ko di dema hilbijartina zanîngehê de di sala 2015'an de hatin jiyîn rû bi rû ma. Di vê xalê de zanîngeha Şirnexê ji bo min û gelek hevalên min tê wateya komek mamosteyên baş, jîngeheke malbatî ya ko em tê de bêhna xwe hildin û xewnên xweş ji bajarekî wêrankirî bibînin. Di dawiyê de ez spasiya rêveberiya zanîngehê û fakulteya xwe dikim ko vê hawîrdor ji me re peyda kirin.”Di merasîma destpêka sala xwendinê de Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî dîyar kir ko ew bi coş û kelecanîya destpêka sala akademîka nû de ne û zanîngeha me di welatê me de gelek lez pêşdikeve. Rektor Alkışî anî ziman ko “Ji sala 2017 an pê ve zanîngeha me qonaxên gelek girîng e û zêdebûna xwendekaran berbiçav zede bûne.Programên pêşlîsans du qet zede bû ji 13 an hat 27 an, programên lîsansê sê qet zede bû û ji 5 an hat 18 an, programên lîsansabilind ji bîst û pêc qatan zede bû û ji 1 an hat 25 an, programên doktorayê dû qet zede bû û ji 0 an hat 2 an û bitevî sê û nîv qet zede bû û ji 19 an hat 72 an. Li Zanîngeha me niha 6 fakulte, du zanko hene û li van yekîneyan de xwendekarên me hene û 18 program hene. Ji 2017 an pê ve di jimara xwendekarên me zêdebûn heye û di sala 2017 an de xwendekarên me 2626 bûn û di sala 2022 an de ev jimar 5620 ne. Hêmana sereke ya van teşwîqan serokê dewleta me, fermandarên rêzdar ên artêşa me û tedbîrên hemû hêzên ewlehiyê yên di warê ewlehiyê de ne. Ji ber vê yekê ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hêzên me yên ewlehiyê û bi taybetî Serokomarê me Recep Tayyip Erdoğanî dikim." Ji bo tevayî metna dersa Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî bo destpêkê ya bi navê "Rêveberî-Dad û Pîşeya Akademîsyenîyê"  BITIKÎNIN.Di merasîmê de Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkişî cûppeyên akademîsyenên doçentîya wergirtîn lê kir. Merasîm bi girtina wêneyê bîranînê bi dawî bû.

7.10.2022 |  Şırnak Üniversitesi