li-zan-ngeha-me-panela-mijara-100em-n-sal-de-mersa-stiklal-mehmet-ak-f-ersoy-hat-darxistin

Li zanîngeha me ji alîyê Fakûlteya Îlahîyatê ve panela mijara ‘100.Emîn Salê De Merşa Îstiklalê Û Mehmet Akîf Ersoy’ hatî damezirin Rektorê zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkan, Sekreterê Giştî Doç.Dr.İbrahim Baz, gelek akademîsyen û karmendên me tevlî bûn.Panela li tê de Jiyana Mehmet Akif Ersoyê wekî helbestvanê Îstiklalê tête zanîn û pêvajoya qebûla Merşa Îstiklalê hatî gotûbêjkirin de moderetorîya wê Hîndekar Dr.İsmet Tunçî kir û Doç.Dr.Bahattin Keleş û Hîndekar Dr.Mehmet Bağışî jî li panele de axaftin.Axaftina vekirina panelê Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkanî kir û da zanîn ko Mehmet Akîf Ersoyî li Türkiyeyê wekî beytarê misilmanê yekemîn tête zanîn. Got ko ew gelek kêfxweş bûye ko dema zanî hevkarê wî ye. Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emîn Erkanî wiha domand: ‘Da ez berhama helbestvanê Îstiklalê Mehmet Akîf Ersoyî ya binavê Safahatê fêm bikim min Zimanê Osmanî zanî. Ji ber ko mirov Mehmet Akîfî bixwîne û bizane gelek giring e. Ji ber nêrînên wî yên ji bo Şerê Rizgarîyê pirsgirêkên me yên îro çareser jî bike. Ne giring e mirov hema bête serî. Ya giring ew e ko ji pey xwe ve bîranînên xweş bihêle. Di dema xwe de Mehmet Akîf Ersoyî ji alîyê helbestê ve hat serî, gelek pirsgirêk jî derbas kir û lê îro 100.emîn salê de em behsa wî dikin û bîr tînin. Xwidê rehma xwe lê bike û Xwidê me ji wan kesên ew baş fêmkirîn bike.’ gotina xwe qedand.Piştî Rektorê me Hîndekarê Dr.Mehmet Bağışî jî got Mehmet Akîf Ersoyî ne hema wek helbestvanê Îstiklalê tenê tête zanîn lê belê wek helbestvanê Qur’anê jî tête zanîn. Hîndekarê Dr.Mehmet Bağışî wiha got: ‘Dema mirov li têkoşîna wî dinihêre rêwşenbîrek li jîyana xwe de oldar, ji jîyana xwe re Qur’an kirî rêber, qîmet dayî aqlî û zanînê, ji pîrozayîyên xwe re bêrawest berxwedan kirî ye. Akîfî di xutbe, we’ez, sohbetên xwe de devkî û nivîsên xwe yên tefsîrê, wergêr û helbestan de jî wek nivîskî bal daye ser pirsgirêkên ummetê û di vî warî de di bin ronaya Qur’anê de çareserî anîye ser van pirsgirêkan.’Di panelê de wek axaftvanê duduyan Doç.Dr.Bahattin Keleşî got ko Berxwedana Netewî di 19ê Gulana 1919 an de Mustafa Kemalî derbasî Samsunê bû destpê kir. Keleşî wiha got ‘Piştî Berxwedana Netewî de Meclis jî hat vekirin hewce bû ko Merşek Îstiklalê bête nivîsandin. 724 helbest tevlî hevrikîyê bûn û yêk ji wan jî guncan nehat dîtin. Piştî wê Mehmet Akîf Ersoyî hat îqna kirin û merşa wî nivîsî hat qebûl kirin. 12ê Adara 1921 an de li TBMMê de bi fermî hat qebûl kirin. Îro em sala wê ya 100.emîn pîroz dikin. Xwidê êdî Merşek Îstiklalî liv î milletî nede nivîsandin. ’

12.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi