li-zan-ngeha-me-panelek-bi-mijara-jin-maf-w-ya-m-rat-hat-lidarxistin

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de ji aliyê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê ya zanîngeha me panelek hat lidarxistin. Bi mijara "Jin û mafê wê ya mîratî" û bi moderatoriya Dibistana Pîşeyî ya Cizîrê ya Zanîngeha me Dersdar Dr. Kayhan Bayramî de Parêzer Perihan Akkurtê di axaftina xwe ya “Di Hiquqa Medenî de Mafê Jinanê Mîratî” de bal kişand ser pirgirêkên di sepandina di Sîstema Hiqûqa Tirkîyê de. Piştre jî panelîstê Fakûlteya İlahiyatê Beşa Hiqûqa İslamê De Dixebite Dersdar Dr.Farih Karataşî ji di axftina xwe ya “Di Hiqûqa Mîratî ya İslamê de Helwesta Jinê” dîyar kir ko ji alîyê olê ji bo jinê mîrat hatîye dayin. Şert û mercên Îslamê wêrisbûne. Di dawiyê de Rêvebera Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê û Endama Beşa Xebatên Civakî ya Fakulteya Zanistên Tenduristiyê Dersdar Dr.Dicle Özcan Elçiyê di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê "Nêrînên Civakî yên Têgihiştina Mafê Jinan ê Mîratî: Mînaka Şirnexê" de encamên lêkolîneke qada sosyolojîk parve kir. Elçiyê anî ziman ko dîyar kir ko li Şirnexê di warê mafê jinan yê mîratî de hinek guherînên erênî çêbûne û bi taybetî li Şirnexê ev xebat di warê mafê jinan yê mîratî de xebata yekemîn e.Panela ko Arîkarê Rektorê me Prof.Dr.Mustafa Eyyüpoğluyî, gelek akademîsyen û gelek xwendekar beşdar bûn. Panel bi pirs û bersivan dawî bû û di dawiya bernameyê de jî bawernameya pesindayînê pêşkêşî panelîstan hat kirin.

25.11.2022 |  Şırnak Üniversitesi