li-zan-ngeha-me-perwerdehiya-nav-xizmet-ya-sala-2022-an-qediya

Perwerdehiyên navxweyîya li zanîngeha me ji bo sala 2022 an têne rêxistin; karmendên me yên akademîk û rêveberî, di nav xebatkarên me, bi peyman, xebatkarên daîmî, parastin û ewlehiyê de beşdar bûn. Di runiştina duyemîn a xebatê ya ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15 ê Temmuzê hatî lidarxistin de Cîgirê Midûrê Beşê Vedat Sarışahinî, Operatorê Kompîturê Kadir Gücüyî  der barê "Hêzên qanûnî û Pirsgirêkên Teknîkî yên Têkildarî EBYS û KEPê" agahî dan. Di rûniştina sêyemîn a perwerdeyê de Endezyarê Kompîturê Serkan Işıkgörî der barê “Otomatasyona xwendekaran” de agahî da. Piştre Endezyarê Kompjuterê Fatih Kekeçî der barê “Otomatasyona Personel” de agahî da beşdaran.Li Dibistanên Pîşeyîyên Cizîrê, Silopiya û Hezexê û û Fakulteya Çandinî ya Hezexê jî bo bikarhêner û rêvebirên otomatê yên personelên rêveberî yên li Mekteba Pîşeyî ya Cizîrê jî heman perwerde hat dayîn. Rıdvan Solmazî, Arîkarê Lêkolînê yê Dibistana Turîzm û Rêvebiriya Otelê, Beşa Gastronomî û Hunerên Metbexê ya Zanîngeha me di çarçoveya perwerda navxizmetî de  ji bo xebatkarên me yên ko di xizmetê de ne, xebatkarên bi peyman û daîmî ne, li ser "Hişyariya peywir û berpirsiyariyê, paqijî, xizmet û pêşkêşiyê" agahî da.Her wiha ji aliyê yekîneyên eleqedar ên Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve ji bo xebatkarên parastin û ewlehiyê yên Zanîngeha me perwerdeyên bi mijara “Bûyerên civakî û birêvebirina stresê, hişmendiya erk û berpirsyariyê” hatin lidarxistin.

28.10.2022 |  Şırnak Üniversitesi