li-zan-ngeha-me-perwerdehiya-pilan-n-acil-al-kariya-ewil-n-hat-day-n

Bi hevkariya Zanîngeha me û Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Şirnexê di çarçoveya beşa bexşînê ya Projeya Pêşxistina Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karê Di Karên Madenê de xebatên perwerdehiyê yên "Pêşkirina Şertên Tenduristî û Ewlehiya Kar ên Projeya Kanên Asfaltê yên Şirnexê" hatin kirin. Sektora (MISGEP) ko Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê jî tê de beşdar e dest pê kir. Yekem ji perwerdehiyê "Planên Lezgînî û Perwerdehiya Alîkariya Ewilîn" bû, ko ji alîyê zanîngeha me ve, di 9-10 Kanûna 2021 ê hate kirin. Xebatkar, kardêr û rayedarên fîrmayên madenê yên li herêma Şirnexê dixebitin beşdarî perwerdeyê bûn. Rewşên lezgîn ên ku hem di sektora madenê de û hem jî di warên din ên kar de rû didin û ji aliyê din ve jî alîkariya ewil bi awayekî pratîkî ji beşdaran re hate vegotin. Di dawiya perwerdeya ku bi du runiştinên cuda pêk hat, sertîfîka ji beşdaran re hatin dayîn. Bi perwerdeyên ko dê di çarçoveya projeyê de berdewam bikin, tê armanc kirin ko ji bo başkirina şert û mercên tenduristî û ewlehiya kar ji bo fîrmayên madenê yên li Herêma Şirnexê bibin alîkar.

13.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi