li-zan-ngeha-me-s-nay-ya-sert-f-kaya-xwendina-karsaz-y-hat-darxistin

Ji alîyê Ajansa Pêşveçûyina Dîcleyê (DİKA) li çar bajaran perwerda binavê ‘Perwerda Karmendîyê’ hat dayin û li Şirnexê ji bo endamên karmendîyê seremonîya sertîfîkadayinê hat damezirandin. Pêşnûmaya ‘Arîkarîya Teknîkî ji bo Teşwiqkirina Bikaranîna Civanan ’ a hevkarîya DIKA û Zanîngeha me ya di herêma TRC3 ê de rêvediçe, 17 civanan sertîfîkayên xwe yên ji bo ‘Îmalat Hûnerwarî’ yê wergirtin.Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Serokê Bûroya Bazirganî û Hûnerwarîyê ya Şirnexê Osman Gelişî û Sekreterê Giştî DİKAyê Ahmet Alanlıyî tevlî seremonîyê bûn û sertîfîkayên endaman pêşkêşî qan kirin.Perwerda bisertîfîka  KOSGEBê ya du hefteyan dom kirî de ji bo endamên karmendîyê perwerda teknolojîya sektorên nîv bilinda/pêş û zanînên ji bo sektorên îmalatê yên karmend hewce bibin hatin dayin. Tevî vê yekê perwerda sazîkirina torê, dîyarkirina avahîya darayî ya kardarîyê û rêvebirina wê, ji bo tevgerên nû gihiştina çavkanîyên darayî, rêvebirina inovasyon/nûkirinan, rêvebirina pêvajoya geşedanê û stratejîyê geşedanê, mafê mal û fikre, pêşvebirina plana kar hat dayin.

15.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi