li-zan-ngeha-me-sakund-hat-demankir-berdan-col-

Şakundê li nêzîkî Nexweşxaneya Şirnexê ya Dewletê hatî dîtin, hat anîn Yekîneya Bersiva Bilez û Rehabîlîtasyona Ajalên Kovî ya Zanîngeha me. Li vê dere Şakund ji alîyê Beytar Şerif Tadik ve hat dermankirin û êmkirin, nêzîkî 20 rojan de ser xwe ve hat.Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî bi hevalê Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Midûrê Şaxa Parastina Sirûşt û Baxçên Millî Orhan Kalayî re serdana navenda Rehabîlîtasyonê kirin. Piştî wê jî Parêzger Ali Hamza Pehlivanî jî Şakund berda sirûştê. Pehlivanî got ko wan Şakund berda rasta Cûdî û wiha domand: ‘Ev e nêzîkî 20 rojan bû ev Şakund li vê derê dihat dermankirin. Hinek hemwelatîyên şiyar Midûrîyeta Şaxa Parastina Sirûşt û Baxçên Millî ya Bajêr agahdar kir û ji hingê pê ve ev çûk hatîye vê navendê. Beytaran li vê derê tedawîya lê hat kirin û piştî tedawîyê li jîngeha wî Cûdî hat azadkirin. Em jî gelek bi jîndarekî hatî dermankirin û hatî azadkirin de gelek kêfxweş bûn. Par jî me 50 xezal berdabû Cûdî. Me bang li gundîyan kir û me got ev êmanetî we ne. Wekî çavê xwe lê xweyî derkevin. Şikir, heta niha tu pirsgirêk lê derneket. Ez spasdarê hemwelatîyên me ne ko ew jî gelekî şîyar bûn. Lê mixabin dibe carcaran hinek ji dizî ve diçin nêçîra wan. Essehî ji wan re cezayê bête birîn. Ji vê û pê ve jî dê bibe ev kirarî. Bi hevre bidildarî xwezayê biparêzîn.’

2.04.2021 |  Şırnak Üniversitesi