m-van-konferans-n-pay-z-b-prof-dr-ihsan-sureyya-sirma

Konferansên Payîzê Xebatên Zanistî yên ko ji aliyê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Şirnexê ve tên lidarxistin dewam dikin. Di çarçoveya van çalakiyan de li Salona Konferansê ya Fuat Sezgîn a Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê Konferansa Prof.Dr. İhsan Süreyya Sırmayî ya bi navê "Hişyariya Dîrokê" hat lidarxistin. Konferansa ko akademîsyen û xwendekarên me eleqeyek mezin nîşanî wê dan, bi xwendina helbesta Sırmayî ya ji bo azadiyê nivîsîbû dest pê kir. Di konferansê de Prof. Dr. İhsan Süreyya Sırmayî anî ziman ko ji bo berdewamiya hevrebûn û yekitîya me ya neteweyî hişmendiya dîrokê çiqasî girîng e û ol di vî warî de wek holekê ye. Teqez dikin ko nezanîna dîrokê yan jî şaş zanîna wê dê berdêla me gelek be. Prof.Dr. İhsan Süreyya Sırmayî bîranînên xwe yên li ser vê mijarê dem bi dem ji aliyê temaşevanan re anî ziman.Bi pêşkeşkirina Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Prof. Dr.Hüseyin Güneşî ya bo Prof.Dr. Ihsan Süreyya Sırma  Her wiha bi pêşkêşkirina bawernameya spasnameyê ji bo İhsan Sureyya Sırma û paşê bi kişandina wêneya bîranînê bi dawî bû.

2.12.2022 |  Şırnak Üniversitesi