me-rektor-zan-ngeha-stenbol-profdrmahmut-ak-civata-w-ve-ezimand

Di ‘Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖK’ê ya biarmanca zanîngehên ji alîyê akademî û lêkolînê ve pêşketî û zanîngehên nû hatîn avakirin û pêşdikevin cotbibin, Zanîngeha me Zanîngeha Stenbolê re lihevhatin. Civata Rektorê Zanîgeha Stenbolê Prof.Dr.Mahmut Akî, Arîkarê Rektorî Prof.Dr.Haluk Alkanî, Dekanê Fakûletya Îlahîyatê Prof.Dr.Ramazan Musluyî, Serokê Zanista Sereke ya Beşa Bîyoîstatîstîkê Prof.Dr.Eray Yurtsevenî û Sekreterê Giştî Metin Küçükî li tê de serdana bajarê me kirin.Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî û Sekreterê Giştî Doç.Dr. İbrahim Bazî li balafirgehê pêşwazî li civatê kirin û pêşî civat li Cizîrê hinek derên dîrokî hatin gerandin. Qeymeqamê Cizîrê Davut Sinanoğluyî jî havaltîya wan kir û civatê pêşî serdana Mala Dengbêjan kir. Li vê derê civatê xwarin xwarin û dengbêjan jî ji wan re konserek da. Piştî wê, civatê ji rêzê ve serdana Medreseya Sor, gora helbestvanê Binavûdengê Tessewufê Melayê Cizîrî, Gora Hz.Nuh (A.S) û Gora Mem Û Zînê kirin.Piştî van serdanan civat bi Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî û Sekreterê Giştî Doç.Dr.İbrahim Bazî re hatin Şirnexê û serdana Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî jî kirin. Di hevdîtina li parêzgehê de di çarçoveya Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê de bi arîkarî û hevparîya Zanîgeha Stenbolê pêşnûma, xebat û çalakîyên li Zanîngeha Şirnexê bibin hatin gotûbêjkirin. Piştî serdana Parêzgehîyê civatê serdana Şarêderê Şirnexê Mehmet Yarkayî hat kirin û civat li bajêrî hat gerandin.

17.03.2021 |  Şırnak Üniversitesi