merasima-ahdewefa-49-sal-n-jiyana-li-akademiye-de

Ji bo Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoy ê ji sala 2012an vir ve li zanîngeha me gelek erkên îdarî û akademîk ên wekî cîgirê rektorî, dekantî, serokê beşê pêk anî, ji ber temenî xwe teqawît bûye. Ji bo teqawîtbûyina wî merasimek hat darxistin.Di merasîma ko li Navenda Kongreya 15'ê Tîrmehê hatî lidarxistin de Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî, Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Sekreterê Giştî yê me Doç.Dr.İbrahim Bazî, Dekanê Fakulteya Endezyariyê Prof.Dr.Mustafa Eyyuboğluyî û gelek serokên beşan, xebatkarên akademîk û îdarî beşdar bûn.Merasim bi jînenîgarîya Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî destpê kir û axaftina xwendekarê Endezyarîya Avahîyan İlhan Kaplanî Hîndekar Dr.Befrin Bingolê berdewam kir. Xwendekarên mezûnên ji bo Tekinsoyî VTR berhazir kirîn dan nişan û Sekreterê Giştî yê me Doç.Dr. İbrahim Bazî ji li ser dike axaftina xwe kirin. Bazî anî ziman ko ev merasim ji bo xatirxwestina mamosteyê me û wiha domand: “Mamosteyê me Tekînsoy ne tenê akademîsyenek e, di heman demê de zanyarekî jîr e û di gelek mijaran de ji felsefeyê heta olê, ji zanistê heta antropolojiyê di gelek mijaran de xwedî zanebûneke kûr e. Lêbelê, ew rêveberek xwedî helwest û perwerdehiya dewletê ye jî. Hin ji saziyekê mezûn dibin, lê ya girîng mezûnbûna ji însan e ye. Weke xwendekarên Zanîngeha Şirnexê eger me karîbe ji  mamoste Tekînsoyî mezûn bibin, em kêfxweş in.”Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî anî ziman ko Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî hem di têkiliyên xwe yên bi gel re, hem jî di warê zanistê de mirovekî mînak e û got, “Çawa ko navê bernameya ko me ji mamosteyê xwe yê hêja Tekînsoy re li dar xistiye jî diyar dike ko, ev ne xatirxwestin e, bernameyeke dilsoziyê ye jî. Wekî ko ji vê yekê tê fêm kirin, Zanîngeha me saziyek e ko têgeha dilsoziyê di asta sazûmanî de hundurîn kiriye. Em tu carî mamosteyê xwe ji bîr nakin. Ji bîr nekin ko li vir kur û keçen we hene. Ji ber keda ku daye saziya me û her yek ji me spasiya wî dikim. Ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku ez bi nasîna wî û xebata bi wî re şanaz im.” Prof.Dr.Erkanî helbesta Hêsiran a ko xwe bixwe nivîsandiye, li ser wateya merasîmê xwend. Piştî temaşekirina VTR a ko ji alîyê hevkarên xwe ve û di xwendekarên wî yên doktorayê hatî amade kirin, Prof. Dr. Mehmet Aslan Tekînsoyî spasiya her kesê ko ji bo wî bernameyeke bi vî rengî li dar xistiye kir û destnîşan kir ku ji 6 saliya xwe ve dev ji jiyana akademîk a ko ji xwe re awayekî îdeal ji bo wî hilbijartiye û 49 sal e li tê de xebitiye, her çendî mecbûrî be jî destberdan gelekî zehmet e. Tekinsoyî wiha got; “Di tevahiya jiyana min a akademîk de ji min re gotina 'mamosteyê dijwar' bikar anîn. Niha li hemberî van gotinên xweş, qiseyek tundî di min de namîne. Bi saya Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî û Sekreterê me yê Giştî Doç.Dr.İbrahim Bazî ez spasiya mamosteyên me û hemû axaftvanan dikim. Tevahiya hewldana min ew bû ko ez kesek zana bihêlim û ez difikirim ko ez heya radeyekê bi ser ketim. Dersa dawî ko ezê li vir bidim we, wek akademîsyenekê baweriya we ya bi zanistê ye. Zanist bêalî ye. Ne tenê zanînê bistînin, lê di heman demê de bibin mirovek çandî û hêja. Dilê xwe nehêlin û dema rexneyan li mirovan dixin jî, li ser kesayetiya wan nîqaşan nekin. Belê, jiyana min a akademîk ko min di sala 1972an de wek asîstan dest pê kir, ji ber temenê min ber bi dawîbûnê ve diçe. Dema ku dem hat, divê meriv jî zanibe ko meriv çawa derkeve, her çend ji yê ku hûn pir jê hez dikin be jî. Ez xatirê xwe ji Zanîngeha Şirnexê ku di sala 2012’an de hatim, dixwazim. Ez spasiya her kesê ku hem di jiyana min a xebatê de hem jî di pêvajoya xirabbûna tenduristiya min de piştgirî dane min dikim." Piştî axaftinan Dekanê Fakulteya Endezyariyê Prof.Dr.Mustafa Eyyuboğluyî ji ber xizmetên wî yên li Fakulteya Endezyariyê, plaket diyarî Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî kir. Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî li ser navê Zanîngeha Şirnexê kulîlk û plaket da wî.

17.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi