mid-r-ciwan-werz-s-y-baj-r-abdullah-ayar-serdana-rektor-me-prof-dr-mehmet-emin-erkan-kir

Abdullah Ayarê ko di rojên borî de wek Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Werzîşê yê Şirnexê hatî tayînkirin, serdana Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî kir.Rektor Erkanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Şirnexê Abdullah Ayarî anî ziman û peyam da ko wekî Zanîngeha Şirnexê di her qadê de tevkariyê li ciwanan bikin ew jî amade ne. Li aliyê din Midûrê Parêzgehê Abdullah Ayarî ji ber eleqe û mêvandariya ko ji wan re hatiye kirin spasiya Rektor Erkanî kir.Rektorê me Prof. Dr. Erkanî ji Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Parêzgehê Abdullah Ayarî re pirtûka binavê “Danezanên Sempozyuma Cîyayê Cûdî û Tufana Nuh a Navnetewî ya 2.em”  dîyarî wî kirin. Serdan bi pêşnîyazên qenc û girtina wêneyekî bîranînê bi dawî bû.

20.01.2022 |  Şırnak Üniversitesi