nexseya-oryantiringa-zan-ngeha-me-hat-amadekirin

Nexşeya Oryantiringa li Zanîngeha Şirnexê li Kampusa Mehmet Emin Acarî hat xêzkirin ko di çarçoveya "Projeya Em Tîmek in" de dê li 24 bajarên Tirkiyeyê perwerdehiya oryanterasyonê li Zanîngeha me jî bê dayîn.Lîstika oryanteerîzmê ya ko di demeke herî kurt de di daristanekê de yan jî di nava bajêr de armancek hatî veşartin bi arîkarîya nexşeyê bête dîtin. Ev yarî salên dawî li Tirkîyê gelek tête leyîstin û belav dibe û ‘Projeya em Tîmek in’ ko li 24 bajaran tête rêxistin perwerdeya oryantiringê bête dayin. Bi pêşevanîya sekreterê me yê giştî Doç. Dr. İbrahim Bazî û bi koordinasyona antrenor Nazmî Duyguyî û piştî şêwirîya Midûrîyeta Ciwanî û Werzîşê ya bajêr ji Federasyona Oryanyantiringê destûr hat standin. Plana nexşeya hatî pejirandî û cihê serve hatîn zêdekirin ve nexşeya nû ji alîyê Hamza Sirenê mamosteyê Lîseya Anadoluyê ya Hezexê ve hat xêz kirin. Sekreterê giştî Doç. Dr. İbrahim Bazî ji bo xêzkirina vê nexşerêyê kêfxweşîya xwe anî ziman û spasîya Hamza Sirenê bidil nexşe xêzkirî kir.Ev nexşeya hatî xêzkirin; Xwendekarên me yên ko di Beşa Perwerdehiya Bedenî û Sporê de dixwînin dê di dersa oryantiringê ya ko di çarçoveya werzîşên xwezayê de digirin de wê bikar bînin û bi saya vê nexşeyê dê xwendekarên me karibin Tîmek Oryantiringê ya Zanîngehê ava bikin û beşdar bibin. Bi saya perwerdehiya ko bi nexşeyê dikin pêşbaziyên oryantiringê yên ko Federasyona Sporê ya Zanîngehê her sal tête rêxistin. Di heman demê de pêşbirkên nav-dibistanan û şampiyoniya herêman a oryantiringê yên ko li Şirnexê tên kirin, tûrnûvayên ku di rojên taybet de tên lidarxistin, pêşbirkên nav zanîngehan û pêşbirkên oryantasyonê yên herêmî û neteweyî yên ko dema hewcedarî pê hebe dê bi mazûvaniya Zanîngeha me bên lidarxistin.

9.06.2022 |  Şırnak Üniversitesi